Berpirsê pêşangeha hunermend Suer û endamê Komîteya Rêwebir Dilovan Perwer, destnîşan kir ku Suer, di salên dawî de bi taybetî bi wêneyên xwe ku çanda Kurd derdixin pêş û dide nasîn hat nasandin. Perwer, li ser biryardayîna di mîhrîcanê de vekirina pêşangeha Suer viha axivî: "Wêneyên Suer yên balkêş, bala me Kurdên ku em li Amerika bi cî bûne û dijîn jî kişand. Suer, di wêneyê xwe de rûyê geş û xweş yê jîyana Kurdewarî bi awayekî pirreng û rengên zindi radixe ber çavan. Ji bo pejirandina vexwendina me em ji wênekêşê hêja Suer re spasîyên xwe pêşkêş dikin. Me dixwest ku hunermendê me jî da nav me de bûna, lê ji ber rewşa wî ya taybet nikaribû bihatana. Bi rastî bi vekirina pêşangeha wî em pir kêfxweş û serbilind bûn. Wêne, hem ji alîyê gelê me Kurd û bi taybetî û bi zêdeyî jî bala gelên bîyani kişand.Mîhrîcana bi tevayî jî pir xweş û serketî derbaz bû."
Wênekêşvan Suer jî daxuyand ku, bi vekirina pêşangeha li Amerikayê pir kêfxweş bûye. Wênekêşvan Suer, berîya demekê li Kurdistana Federal li bajarên Silêmanî, Ranya û Mexmûrê bi sponsorîya Şaredarîya Mezin ya Amedê 3 pêşangeh vekir. Pêşangeha Suer ya li bajarê Duhakê jî hefteyek berê di çarçoveya 'Rojên Danasîna Amedê li Duhok' de ji alîyê Şaredarîya Navçeya Sûrê ya Amedê hatibû vekirin. Pêşangeha bi navê 'Amed' ku jı 50 wêneyên Suer pêk tê, duh jî ji bo mêvanên bîyanî li 1. Mîhrîcana Fîlman ya Navnetewî ya Duhokê de ve bû. Pêşangeh dê heta 16'yê Ilonê li salona kongreyan ya Zanîngeha Duhokê vekirî bimîne.
DÎHA/NASHVILLE