Beriya 2 rojan rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo li  Navenda Akademiya Şehîd Viyan Amara, dest bi dayîna semîneran kir. Ev pêngava ku hatiye destpêkirin dê 15 rojan dewam bike. Armanc ji vê yekê ew e ku xwendekar çanda Kurdî binasin û biparêzin.

Her roj 2 semîner derbarê çanda Kurdî de tên dayîn. Di semîneran de ku li akademiyê tên dayîn, kevneşopiyên Kurdî, rê û resmên civaka Kurd, qirkirina çanda Kurdî  û pênasekirina statuya Kurdî di nav rûpelên dîrokê de tên şîrovekirin. Semîner ji rêveberê Naveda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Ayhan Korsî ve tên dayîn.


Mamosteyên siberojê

Ayhan Korsî da zanîn ku armanca wan ji vê pêngavê ew e ku gelê Kurd di warê çandê de bibe xwedî hişmendiyekê û çanda Kurdî ji nû ve vejînin. Korsî  bal kişand ser wê yekê ku ji ber yekê wan xwestiye bi rêzesemîneran çanda Kurdî bidin nasîn û wî ev xwendekarên ku dê bibin mamoste, wekî nifşên siberojê bi nav kirin. 


 QAMIŞLO