Hediye Kalkan bi qasî nasnameya wê ya dengbêjiyê, jiyana wê ji balkêş e. Hediye li gel zor û zehmetiya jiyanê dixwaze hunera xwe bi pêş bixe û bibe şopdara Eyşe Şan û Meryem Xanê.

 Endama Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Hediye Kalkan ji Wêranşara navçe ya Rihayê ye. Ew di temenekî biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin. Piştî salekê hevjînê wê dev jê berdide û Hediye berê xwe dide mala bavê xwe. Ji ber ku rewşa wê ya aborî nebaş e nikare zarokê xwe xwedî bike. Ji bo zarokê xwe mezin bike û debara mala xwe bike karê çandiniyê yê demsalî dike. Her wiha car caran jî bi pereyekî kêm li dawetan stranan dibêje û di nav civakê de wekî dengbêj tê nasîn. Hediye li gel zor û zehmetiyê dixwaze hunera xwe bi pêş bixe. Hediye jî weke Eyşe Şanê dibêje ew bi kilamên xwe êşa xwe dibêje.

Hediye li ser dengbêjên jin dibêje: “Wêranşar ji bo dengbêjên jin cihekî zehmet e. Jin bi her cureyê zextên eşîrî re rûbirû dimînin.  Bi taybetî jineke wekî min ku bi ciwantî bi tena serê xwe mabe, bêhtir tê çewisandin.”

‘Awaza jinê ye’

Hediye îşaret bi sînorên civaka ji rêûresmê ji bo jinê dike û dibêje, “Tevî vê ferasetê, her tim berhemên jinan afirandî, hatine dizîn. Dengbêjî jî yek ji wan e. Heger em baş li dîrokê û jiyana rojane binihêrin, em ê bibînin ku kilam berhema jinê ye. Jin di şîn û şahiyan de, bi hejandina landika zarokan re her tim kilaman dibêjin. Ew şiroveya kilaman ji jinê hat dizîn û niha li wan hatiye qedexekirin.”

 Hediye her li ber xwe dide û serî natewîne: “Bi navê olê, rastiya jinê wekî tiştekî şerm tê îlankirin. Ji min re digotin, tu jin î û divê tu kilaman nebêjî. Lê ti carî min serî netewand û min her tim li ber xwe da. Ez derketim ser dikê. Carekê bavê min ji min re got, ‘Wekî mêr here û wekî mêr were’. Gotina bavê min li zora min çû. Min jî bersiva bavê xwe da û got, ne xêr ez ê wekî jin biçim û wekî jin bêm. Li gorî min hêza jinê ya bêhempa heye ku tişta bixwaze bi ser bixe.”

Kurdî ya muhim e

Ji bo Hediyeyê Kurdî her ya herî muhim e: “Ez ji gotin û hunandina heyranok û peyîzokan pirr hez dikim. Ji ber wê ye ku dikarim herî xweş xwe bi wê îfade bikim. Bûyerên ku bi serê min de hatine û hestên di dilê min de kom bûne di her kilamê de dibêjim. Kilamên min bi zimanê min in. Ez di folklor û koma dîlanê de bûm û her wiha min li erbaneyê jî dixist. Her qada ku çanda Kurdî îfade dike, ew dibe mala min.”

Hediye di dawiyê de balê dikişîne ser hunermedan: “Dengbêjên bûne pêşeng hene, yên wekî Eyşe Şan û Meryem Xan, ew di hunera Kurdî de bi rolekî girîng rabûne. Wan serî ne tewand û bi dengê delal, kilamên delal gotin. Ez jî dixwazim êş û şabûna xwe weke wan bi dengbêjiyê bînim ziman.”