Linc; bi aliyê komek kes, yan jî civakeke hatine sorkirin ve, bê bingeheke hiquqî, bê darezandineke dadwerî mirovan bi awayeke hovane kuştin yan jî teşhîr kirine. Darezandineke civaka paşvemayî, ji dada navnetewî dûr e. Bi giranî jî mirov bi aliyê hin kesan ve tên sorkirin, bi wê gef û gira bîstekê mirovên bê guneh tê kuştin.
Her çendî ev peyv û kirina “Lîncê” bi navê Charles Lynchê di sedsala 18. de li Amêrîkayê jiyaye ve tê girêdan jî, bingehê wê gelek kevn e, diçe, digihîje civakê kevnar. Bi taybetî jî di nava îslaman de wek formeke cezakirinê hatiye bikaranîn. Bi giranî ya mele, şêyx, yan jî axa û dewlemendek vê bi gelê nezan dide kirin. Gelek keçên bê guneh ji ber ku zewaca bi mirovekî kal re nepejirandine bi wehşetê hatine lînckirin.
Ev awa darezandin yan jî kujeriya bê dad, li Tirkiyê bi aliyê dewlet û serkariyan ve bi salan e, li dij kurdan tê bikaranîn. Dewlet, îstîxbarat, partî û hin saziyên dewletê bi zanistî hin komên nijadperest, dînperest sor dikin û bi destên wan mirovan didin lînc kirin. Dû re jî di bin serenavê “bertekek gel” de bê darezandin û pêşî li vê çanda hovane bigire, tewana lînckaran por dikin. Her çendî di zagonên tirkan de jî di bin serenavê “ihkak-i hak” forma cezakirina lincê qedexe kiriye, li gor hiquqa navnetewî “mirov nikane ji ber ziman, bawerî, nijad, zayend, netew, statuya civakî û rengê xwe” bi vê awayê were darezandin jî. Ev ji bo kurdan derbas nabe, kurd di bin fermana dewletê de bê navber tên lînckirin.
Di nav kurdan de
Yê me kurdan dadeke netewî nîne, karlêka zagonên navnetewî jî li ba me derbas nabe. Li kîjan herêmê kîjan hêz serdest be, dada wê hêzê ya nenivisandî wek zagon derbas dibe. Li Başûr her çendî zagona Iraqê heye, hewldanên zagoneke yekgirtî jî çê bû, ev li ser kaxizan ma. Mînak li heremên PDK serdest e, zagon destûrnameya PDK ye. Bi fermana parastinê mirov bê darezandin tên girtin jî, azad jî dibe. Tenê li Rojava zagoneke heye, hewl didin ku wê di qada jiyanê de pêkbînin, ew jî ji ber rewşa şer bi likumîn dimeşe.
Di warên weşanê de, di warê medya dîgîtal de, di warê parastina mafê tekakesî û anora mirovan de hima bigire tu zagon û hiquq tune. Paşmayiyên hin siyaset û fraksiyonan, kesên dikanin çar gotinan, bi tirkî, erebî, farisî û kurdî binivisînin ve, bi rojane bê tirs êrişên hin mirov, hin sazî, hin zayend û hin pêkhateyan tê kirin, tev de bê darezandin dimînin.
Mixabin ku em bixwezin, nexwazin; em di gelek waran de dişibin dagirkerên welatên xwe. Ev ne tewanbarkirin û heqaret e. Ji rojbûna xwe ta roja kemilandinê, em li gor polîtîka perwerde, zagon, çanda jiyanê, hobûn, darezandina wîjdanî û baweriyên dagirkeran mezin dibin. Lema em bakûrî hinek tirk, başûrî û rojavayî hinek ereb û rojhilatî jî hinek faris in. Ew kultura wan ya lîncê bi têgîhîştina baweriya îslamê re hinek jî li me geryaye.
Em tu tiştî nakin, tenê li ber maseya kompûterê rûdinin, di medya dîgîtal de bi awayê kesê herî zana, rewşenbîr, mafdar bi biwêjên bêedeb, anorşikandinî hin kesan lînc dikin û di bin barana çêran de dihêlin. Gelek caran jî ev formên heqaretê bi zimanê sangoleyên kuçeyan e ku di bin doxînê de dest pê dikin. Bi taybet jî derdorên bi salan e wek ajanên bandorî di xizmeta dagirkeran de ne, di vê çanda lînc û ji doxînê berjêr de pêşengiyê dikin. Bi hêviya pêkhatina dadeke netewî û pêşî li vê çanda lînckirinê girtinê.
Têbinî:
Bi hêviya sala 2016 bibe sala azadî û serkeftina kurd û Kurdistanê sersala hemû kurdistaniyan û mirovahiya pêşverû pîroz dikim.