Li bajarên Kurdistanê gelek dikan karê kiras û fîstan, şal û şepikê dikin. Li Kurdistanê rengîniya çanda cil û bergan balê dikişîne û ev çand di demên dawî de zêdetir rastî eleqeya gel tê. Welatiyê bi navê Emrullah Zumrut  ku karê cil û bergan dike diyar kir ku ev çand ji pîr û kalên wan diyarî maye û dê li vê diyariyê xwedî derkevin.
Emrullah  Zumrut da zanîn ku ew dixwaze li Amedê çanda hemû herêmên Kurdistanê bide nasîn û ji ber vê yekê dikana cil û bergên Kurdî vekiriye û ev tişt anî ziman: “Min di sala 2009’an de dikana cil û bergên Kurdî vekir. Gelê Kurd di cil û bergên xwe de ziman û nasnameya xwe dibîne. Armanca min jî ew e ku ez heta dawiyê karê çanda Kurdewar bikim. Karê ku ez dikim tu carî ji aliyê aboriyê ve nanirxînim. Ez gelek kêfxweş im ku karê çanda Kurd dikim.”

 

Çanda rengîn û qedîm


Zumrut anî ziman ku dê heta dawiyê li vê çandê xwedî derkevin û wiha pê de çû: “Dema ku mirov mêze dike li Kurdistanê her tişt diguhere. Di dîrokê de heta niha tişta ku nehatiye guhertin çanda cil û bergên Kurd e. Ji ber vê yekê divê hemû kes zanibe ku çanda Kurdewar çandeke dîrokiye û divê her kes xwedî li çanda dîrokî derkeve. Çanda me diyariya pîr, kal, dayik û bavên me ye. Divê em hemû li diyariya pîr û kal, dayik û bavên xwe xwedî derkevin.  Çanda me hebûn û rûmeta me ye, em ê li hebûn û rûmeta xwe  xwedî derkevin.” 


 AMED