Navenda Çand û Hunera Bêrîvan ya ku li Wanê xebatên xwe dimeşîne, ji 14’ê Adarê ve dersên hunerî dide. DI navenda çandê de xebaten wekî pêşangeh, konser, muzîk, şano, govend, resîm peyker û seramîkê li dar e. Piraniya şagirtên wan ji zarokan pêk tê û her wiha ji bo ciwan û jinan jî kursan bidin destpêkirin. Berpirsyarê Navenda Çand û Hunerê ya Berîvanê Zekî Sarica derbarê xebatên xwe navendê de derbrirî li saziya wan dersên resîm û seramîkê hene. Sarica bilêv kir ku bi hatina mamosteyên ji Navenda Çanda Mezopotamyayê hejmara mamosteyan zêde bûye.
Seramîk çandeke kevnar e
Her wiha Sarica bal kişand li ser girînga seramîk ya di dîroka Wanê û wiha got:”Di dîroka Ûrartû de seramîk cihekî pir girîng digire. Em ji bo vê dîrokê zîndî bihêlin vê xebatê dimeşînin. Em di aliyê endustriyel û çandî ve xebatên seramîkê didomînin.” Sarica bang li gelê Wanê kir ku tevlî dersên wan bibin û bi awayekî profesyonelî perwerdehiyê bibînin.
Sarica derbarê atolyeyên resîmê de jî agahi da û diyar kir ku 13 jinên ku di nav wan de yen nexwendine jî hene tevlî atolyeya resîmê dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên wan ji xebatên xwendekarên Fakulteya Hunera Delaliyê xweştir e û ew ji wan xweştir resîman çêdikin.”
DÎHA/WAN