Çanda hûnandin û ristina “reşik” ên bi sedan salan in li herêma Wan û Colemêrgê wekî pêlav dixin piyan, hê jî dewam dike. Bi sedan salan e ku ev çand û huner bi destê hosteyan û kedeke mezin tê parastin.

Çanda pêlavên reşik ên ji mûyê bizinan tê ristin û hûnandin li herêma Wan û Colemêrgê bi salan e hebûna xwe diparêze. Pêlavên ku bi taybet li herêma Wan û Colemêrgê mêr dixin piyên xwe bi ked û hunereke mezin ji mûyê bizinan tê ristin û hunandin. Çanda pêlavên reşik, li gel pêşketina teknolojiyê dîsa bi ked û hunera destê hosteyan li dijî teknolojiyê li ber xwe dide. Pêlavên ku êdî pir hindik mane û çanda wan ber bi nemanê ve diçe, çêkirina wan pirr zor û zehmet e. 

Sebr û kedeke mezin jê re divê

Pêlavên ku bi keda destan û hunerekî zirav tên çêkirin, zanebûn, sebr û kedeke mezin ji wan re divê. Mûyên bizinan ku berê tên şehkirin û piştre zirav li ser teşiyê tên ristin, dibin ta. Piştî vê ristinê, bi boyaxên cuda tên rengandin û neqişandin. Piştî glokên deziyê mû hat ristin, vê carê jî bi derzî û şûjinê li ser pêlavan tê neqişandin. 

Muşteriyê wan ên taybet hene

Hostetî û hunera van solên dîrkî ku berê pirr zêde bûn, niha tenê li Navçeya Îpekyolu ya Wanê li kargeha xwe Mecit Emen çêdike. Pêlavên Reşik ku bi ked û hûnereke mezin tên çêkirin di nava 24 saetan de tê amadekirin. Pêlavên ku çotên wan di navbera 75 -150 TL de tê firtoin, muşteriyê wan ên taybet hene. 

Çandek xweser e

Hosteyê pêlavên Reşik Mecit Emen, diyar kir ku sedsal bihurî, li vir pir dihatin çêkirin, lê niha êdî wekî berê elaqeyê nabîne û tune dibin. Emen, anî ziman ku 15 sal in li Wanê pêlavên Reşik li kargeha xwe çêdike û wiha peyivî: „Ez ji mezinên xwe fêrî vê çand û hunerî bûm. 30 sal in ez di sektora qundira de dixebitim. Di nava sektorê de pêlavên Reşik jî çêdikim. Ev çanda me ya herêmî û sereke ye. Berê ji aliyê yekineyên lîstik, şano, folklorê ve dihatin kirîn û bikaranîn. Hin kesan jî ji bo xeml û xêzê bi kar dianî. Li odeyên xwe yên Şerqê wekî xemlê bi darve dikirin. Dîsa berê di bin cilê herêmî de di bin şal û şapik de dixistin piyên xwe. Me xwest vê çanda xwe zindî bikin û hebûna vê çandê dewam bikin. Ji bo dewama vê çandê em kedek mezin didin. Mirovên ku tên kargeha me û vê keda me dibînin me pîroz dikin. Ji Ewrûpa li me digerin û sparîşê didin. Kesên Ereb, Fars û Ingilîz tên ji vir van pêlavan distînin. Hosteyên li vir jî bi 5 zimanan dizanin. Huner tiştekî gelekî xweş e.” 


SELMAN KELEŞ / WAN / DÎHABER