Şandeyeke Fransî ku ji lêkolîneran pêk dihat, doh serdana Şaredariya Gel a bajarê Amûdê kir. Şandeya li gel Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Fransayê Dr. Xalid Îsa, ji alî Hevserokên Şaredariyê Gel a bajarê Amûdê û nûnerên Meclîsa Gel ve hat pêşwazîkirin.
Şandeya Fransî li wir diyar kir ku dixwazin bi rêya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê navendeke çand û hunerî vekin. Her wiha şandê got, ji bo vekirina navenda çandî û hunerî her tişt hatiye amadekirin. Erdê ku lê were avakirin jî hatiye dîtin û nîşandan.
Hevpeyman îmze kirin
Di serdana doh de Şaredariya Gel û şandeya Fransî derbarê vekirina navenda çandî û hunerî de bi awayekî fermî hevpeyamenek îmze kir. Piştî îmzekirinê, proje dikeve qonaxe pratîkî.
Lêkolînerê Fransî Patice Fransiski girêdayî mijarê got, “Gerek e şoreşa Rojava û gelê Rojava di warê leşkerî, siyasî, çandî û ramyarî de bi pêş bikeve. Ev projeya ku em bi hev re ava dikin di warê çandî û ramyarî de Rojavayê Kurdistanê û Fransayê digihîne hev û alîkariyeke dualî derdixe holê ku bikeve xizmeta têkoşîna azadiyê. Ez hêvî dikim ku gelê Rojava hê jî gavên ber bi pêşketinê ve biavêje.”
ANHA/AMÛDÊ