Şewaqên Mûnzûrê ku jiyana wan buyî belgesel, ji ber operasyonên leşkerî, bêzar û neçar dimînin ku dest ji koçeriyê berdin û berê xwe bidin bajaran. Şewaqên ku bi sedsalan in bi çanda koçeriyê û xwedîkirina sewalan jiyana xwe berdewam dikin, li aliyekî aboriya xwe pêş dixin, li aliyê din jî dibin çavkaniya aboriya herêmê. Şewaqên ku qada jiyana wan zozan û çiya ye, ji ber operasyon û qedexeyên li herêmê nikarin kar û jiyana xwe ya koçeriyê berdewam bikin.
 Erol, li ser xwesteka dewletê ya ku bila şewaq çiyayê Mûnzûrê biterikinîn jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ev kara karê bav û kalê me ye. Em çiyayê Mûnzûrê terk nakin. Bila her kes zanibe em koçî bajaran nakin. Jiyan û çanda me di çiyayan de veşartîye. Dewlet serê sewaleke 10 TL alîkarî dide, lê belê li hemberî vê yekê jî 8 TL jî heqê zozanan ji me distîne. Bi kevçî dide, lê bi heskê ji me digire. Ew çiya û zozan ê mene. Ew çawa alîkarîye? Ev 30 salin em di ber xwe didin. Em dê ji niha û şûnde jî di ber xwe bidin.”  Koçerê bi navê Huseyîn Sonmez jî, zehmetiyên ku dikşîne wiha anî ziman: “Em 4 mehin di bin bombebaranê de dijîn. Operasyon ne zivistanê ne jî havînê nasekinine. Di bin bombebarêne de em nikarin sewalên xwe biçêrînin. Çiyayên me li pêş çavên me tên bombebarankirin. ”


 DÎHA- DÊRSIM