Jinên Kurd ku bi zorê hatine goçber kirin li warê bi hezaran kîlometreyan ji warê xwe dûr in, li cem çanda xwarinê ziman û çanda xwe didin jiyandin. Jinên Kurd ku weke karkerê rojane li erdê çandiniyê de dixebitin, balincan û îsotên kapya li ser agirê qûçikê ya li ber mala xwe babaxenûç û îsotê dipijîn in. Jin bi van xwarinan zivistanê xwarinên bê hormon û bi tendûrist dixwin, li alê din jî çanda xwe yê xwarinê nîşanê zarokên xwe yên ji axa xwe dûr mezin bûne, didin.
Babaxûnç çêdikin
Zubeyde Tekîn a di bexçeya îsot û balincanê de weke karkera rojane dixebite, diyar kir ku her sal ew ji bo pêdiviyên sebzeyên zivistanê pêk bînin, li ser koza agir îsota kapya û balincanê dipijîn in. Tekîn, da zanîn ku ji ber meha rojiyê ketiye mehên germ, îsal di pijandina balincan û îsotê pir zahmetî dikşîn in. Tekîn, destnîşan kir ku pijandina îsot û balincanê ya li ser koza agirê di nav çanda xwarina heremî ya Amedê de ye. Tekîn, diyar kir ku li Amedê pijandina balincanê ya li ser koza agirê re babaxenûç tê gotin. Tekîn, anî ziman ku pijandina îsot û balincanê li gor nifusa malbatê digûhire. Tekîn, derbirî ku 4 zarokên wê hene, ji bo mehên zivistanê 15 paketên balincan û îsotê ku her paketî de kîloyek hene, li ser agir dipijîn in.
Tuba Tekîn jî, bal kişand ku fêkî û sebzeyên di mehên zivistanê de tên çandin bi hormon û pir bûhane. Tekîn, da zanîn ku her wiha yên zivistanê ne bi tam û zirarê dide tendûristiya mirovan. Tekîn, destnîşan kir ku balincan û îsotên ku di mewsîma xwe de çêdibin ew dipijîn in, pişt re qaşûlên wan radikin û dişûn, pişt re jî diradiwestîn in. "
Bi hev re alîkar in
Edîbe Tekîn jî, anî ziman ku dema ew naçin nava erd naxebitin bi jinên xizm û cîranan re digihijin hev û balincan û îsotên 2-3 malbatan li ser agir dipijîn in. Tekîn, da zanîn ku ji ber rojiya ramazanê kete çandiniya erd, ew rojê tenê ji bo du malbatan dikarin bipijîn in, lê di demên din de ev hejmar digihije 4-5 malbatî jî. Tekîn, diyar kir ku ji bilî balincan û îsotan ew ji nava erd fasûlya şîn, incaz û vîşneyan jî dikelînin, dixin şûşeyan û konserve çêdikin.
DÎHA/MANÎSA