
Saziya Çand û Hûnera Demokratîk (TEV-ÇAND) di sala 2013’an de li bajarê Til Temir hat avakirin. Li navenda TEV-ÇAND’ê beşên muzîk, şano, govend, tembûr, komên zarokan perwerdeyê dibînin. Endam û mamosteyên navenda TEV-ÇAND’ê destnîşan kir ku armanca wan ew e ku çandeke exlaqî û polîtîk bi pêş bixin.
Rêvebera TEV-ÇAND’ê Civîn Ismaîl da zanîn ku çand bingeha her tiştî ye û piranî jin tev li xebatên çandê dibin û wiha behsa xebatên xwe kir: “Endamên me li vir amedekariya cejn û şahiyan dikin. Bi qasî 80 endamên me hene. Di nav de her neteweyek bi cil û berg, çand û zimanê xwe tê nasîn. Em hewl didin ku bi rêya perwerdeyê çanda gelan a ku hatibû helandin, bi wan bidin nasîn. Dewlet bi rêya şerê taybet û rêzefîlman mînak wek rêzefîlmên hindî û tirkî, bandoreke xirab li ser gel dike. Em jî hewl didin bi rêya perwerdeyê bandora dewletê ji holê rakin. Em bi hêvî ne ku her neteweyek xwedî li çanda xwe derkeve.” Jina ciwan Olîn Hisên 2 sal e li navendê perwerdeyê dibîne û aşkera kir ku li navendê perwerdehî di gelek beşan de tê dayîn û wê beşa koma muzîkê hilbijartiye.
TIL TEMIR – ŞÛJIN