Li gundê Kurcan a navçeya Wanê Seravê jina bi navê Gulîzar Bagatur ev demeke dirêj e ku hiriyê li teşiyê dirêse. 

Bagatur da zanîn ku teşî kevneşopiyeke pirr kevn e û ji bo jiyandina vê çandê hiriyê li teşiyê dirêse. Bagatur bi lêv kir ku ew dixwaze ev kevneşopî ji aliyê nîfşên siberojê ve jî bê zanîn û winda nebe. Ji ber vê yekê hînî bûkên xwe jî kiriye ka hirî çawa li teşiyê tê ristin. Li gorî Bagatur, ev yek, ji pêdiviyeke wêdetir, çandek e; ji ber vê yekê jî naxwaze ti caran bê jibîrkirin.  


 WAN