Li bajarokê Til Koçer ê girêdayî Girkê Legê di 13’ê kanûna 2016’an de bi armanca pêşxistin û parastina çand û hunerê bi pêşengiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Navenda Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV- ÇAND) hat vekirin. Ev salek e li navendê ciwan, jin û zarok di aliyê çand, muzîk, şano, govend û helbestan de tên perwerdekirin. Rêvebera TEV-ÇAND’a Til Koçerê Daliya Mustefa anî ziman ku armanca vekirina navendê ew bû ku gelê ereb jî reng û çanda xwe nîşan bide û got: “Dema em dibêjin çand û hunera demokratîk, divê her kes cihê xwe tê de bigire. Ne tenê Kurd, divê jin û ciwanên Ereb, Sûryan jî ji bo parastina çanda xwe tê bikoşin û em bi hev re çandên cuda biparezin.”

Bi hunerê azadiyê dinasin

Daliya Mustefa got ku ji bo pêşxistina çanda demokratîk ew mal bi mal geriyane û qala armanca navendê kiriye û wiha pê de çû: “Di destpêkê de hin malbatan qebûl nekir û zarokên xwe nedişandin. Lê piştî ku zarok hatin navendê û karê me hat dîtin, ên din jî tev li me bûn. Niha jî 400 zarok û ciwan tevlî waneyên me dibin.” Mustafa li ser tevlîbûna jinên Ereb jî rawestiya û got ku di destpêkê de jinên Ereb ji ber kevneşopiyên civakê tevlî waneyan nedibûn û got: “Piştre tevlî perwerdeyê bûn. Jinan bi hunerê azadiya xwe nas kir.”

‘Ji bo me şansek e’

Mamosteya eEeb Fatma Elferhan jî aşkera kir ku vekirina TEV-ÇAND’ê ji bo parastin û pêşxistina çanda wan şensek e û wiha pê de çû: “Ji destpêka ku zarok hatine navendê û heya niha gelek guhertin di kesayeta wan de çêbûye. Lê dema ku em jinan fêr dikin em pir astengiyan dikêşin. Ji ber kevneşopiyên civaka ereb malbatên wan astengiyan derdixin. Em jî wek jin bi rêya vê xebatê zarokan perwerde dikin.” 


GIRKÊ LEGÊ – ŞÛJIN