
Li bajarên Rojava êdî çandiniya baxçeyên sergirtî (sera) zêde dibe û bi vê yekê gavên ber bi peydekirina zebzeyan ku têra herêmê bike, bi pêş dikeve.
Cotkarên bajarên Rojava di dema rêjîmê de nikarîbûn ji bilî hin berhemên ku navenên wan ên çandiniyê li ser welatiyan ferz bikin, biçînin. Di zeviyan de genim, ceh û pembû herî zêde dihatin çandin. Lê bi pêngava şoreşê re cotkarên Rojava-Bakurê Sûriyê jî ji wan siyasetên rêjîmê xilas bûn û êdî dikarin di warê çandiniyê de afirîner bin.
Berê dikirrîn niha hildiberînin
Berê pirraniya cureyên zebzeyan ji derveyî kantonên Rojava dihatin kirrîn. Lê niha cotkaran bi xwe dest bi çandiniya zebzeyan kir. Li bajarên kantona Cizîrê jî cotkar zebzeyan diçînin û di vê demê de gihiştiye asta ku karibe li derve berhemên xwe bifroşin.
Dilbirîn Silêman yek ji cotkaran e ku zebzeyên ku destpêkê ser wan digire, diçîne. Silêman jî wekî gelek cotkarên herêmê zebzeyên xwe beriya wexta wan diçîne. Silêman pêş wext zeviyên xwe cot dike û li ser erdê tovê xwe diçîne û xetên xwe yên avdana bi dilopan bi cih dike. Paşê bi naylonê ser wan digire û dema rewşa hewayê baş dibe, ser wan vedike. Bi vê yekê baxçe beriya dema xwe dibe berhemdar.
Dilbirîn Yûsif li ser rêbaza nû ya çandiniya zebzeyan axivî û got, wî beriya 3 salan dest bi vê rêbaza çandiniyê kiriye û bi vê yekê xebatên çandiniya zebzeyan bi pêş xistiye.Dilbirîn Yûsif wekî din xwest Rêveberiya Xweser zêdetir alîkariya cotkaran bike, lewma çandinî wê aboriya herêmê li gorî wî bi pêş bixe.
Gundên bakurê Tirbespiyê ji gundên ku herî zêde zebzeyan diçînin, herêma Amûdê jî ji wan cihan e ku zebze pir lê tên çandin.
ANHA/TIRBESIPIYÊ