Ji bo gerîlayên HPG’ê Mehmet Bozkûrt (Harûn Zagros) û Îsmaîl Gurkan (Şiyar) ên di 22’ê Cotmehê de li bejahiya navçeya Erzîrom Qereyaziyê di şerê li hemerî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Nantesê hatin bîranîn. Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan Gulnaz Karataş (Bêrîtan û Sîbel Ograş bibîr anî.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Emel Golu peyivî û gerîlayên jin ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.  Piştre Sûltan Ograş mafê axaftinê girt û diyar kir ku keça wê Sîbel Ograş li hemberî leşkerên Tirk şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Dayik Ograş anî ziman ku Sîbel Ograş ji xeta têkoşîna azadiyê ya pê bawer bû ti carî tawîz nedaye û bi berxwedaneke lehengî şehîd ketiye.

Li dû axaftinan beşdarên merasîmê li fîlmê ‘Bêrîtan’ temaşe kir. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Cangoriyên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. Ji Meclîsa Jinê ya Amara Ayşe Goktepe di axaftina xwe ya li vir de, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Gûrbetellî Ersoz û Meryem Çolak de ‘Şehîdên meha Cotmehê’ bi rêzdarî bibîr anî û destnîşan kir ku cangorî rê nîşanî tevahiya Kurdistaniyan didin. Çalakiya bîranînê bi sirûd û stranên bi Kurdî bi dawî bû.  


 NANTES/BRUKSEL