Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê 86 şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn.
Merasîma bîranîna 86 şehîdên YPG/YPJ′ê, Hêzên Asayîşê û HPG′ê li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê hat organîzekirin.
Piştî rêzgirtinê, endamê Rêveberiya Hêzên Asayîşê li bajarê Dêrikê, Bahoz Elî di kesayeta van cangoriyan de hemû şehîdên azadiyê û mirovahiyê bi bîr anîn û soz da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ew ti carî gav paş ve naavêjin û li hemberî hêzên dagirker serî natewînin.
Her wiha Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hesen Ibêd jî diyar kir ku gelê herêmê bi têkoşîn û berxwedana xwe tê nasîn û da zanîn ku serketinên şoreşê bi saya felsefeya Rêbertiyê hatine bidestxistin.
Hesen got ku herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û bang li gelê herêmê kir ku beşdarî hilbijartinên Federaliyê bibin.
Di dawiyê de wêneyên cangoriyan li malbatên wan hatin belavkirin.
DÊRIK