Bi sedan welatiyên Kobanê cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê spartin axê. Şervanên YPG/YPJ´ê Ehmed Bekir (Kemal Kobanê), Ednan Bozo (Dozvan Kobanê), Fedîle Mûsa (Şîlan Kobanê), Kendal Muslim (Amed Reş), Ehmed Kobanê, Seyîdxan Kobanê, Sakîne Kobanê û Henîf Kobanê yên di şerên dawî yên li Serêkaniyê û Kobanê li dijî komên çete yên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Girseya gel bi armanca wergirtina cenazeyan li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê kom bûn. Girseyê posterên cangoriyên azadiyê vekiribûn û alên TEV-DEM, YPG, YPJ û PYD’ê hilbgiritibûn û bê navber diruşme berz dikirin bi karwanekî tirimpêlan ber bi goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termik a Kobanê ketin rê.


´Serketin bi saya serê cangoriyan´

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgiritinê dest pê kir, paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Izet Hemo axivî û got, serkeftinên mezin ên li Rojava bi saya berxwedana cangoriyên azadiyê ye û niha pêwîst e ku hemû welatî parastina destkeftiyan bikin. Hemo, di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya cangoriyan da.


´Jin erka parastinê pêk tînin´

Di merasîmê de her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kobanê Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser bûyerên dawî yên li Rojava û herêmê û wiha peyivî: “Dem hatiye ku em hemû mafên xwe bi dest bixin. Di şoreşa Rojava de jinan pêşengtî kiriye û di hemû qadan de erka xwe ya parastinê pêk tînin.”

Di merasmî de li ser navê malbatên şervanan jî axaftin hatin kirin û di axaftinan de soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn. 

Di dawiya merasîmê de xelkê cenazeyên şervanan bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê. 


 KOBANÊ