Welatiyên Şedadê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed El-Mihemed (Aras Hesekê) û Mihemed El-Etiyê (Bekir) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin. Li Navçeya Sirînê jî cenazeyê şervanê QSD’ê, Beşar Elî (Serxwebûn Tişrîn) hat oxirkirin. Cenazeyên şervanê QSD Qeyis Kîşa (Dewran Dirbêsiyê) û şervanê YPG`ê Hisên Mehmûd (Hogir Dirbêsiyê) li li Goristana Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê hatin oxirkirin.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê cenazeyên şervanên YPG’ê Aras Hesekê û Bekir ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve birin.

Serxwebûn Tişrîn xatir xwest

Piştî merasîma eskerî, ji fermandarên YPG’ê, Hisên Hemade sersaxî ji malbatan re xwest. Piştre nasnameya şehadeta şehîdan hat xwendin û radestî malbatên şehîdan hat kirin.  Bi dehan şêniyên navçeya Sirîn û gundewarên wê cenazeyê şehîd Beşar Elî (Serxwebûn Tişrîn) ku dema ku bi erka xwe ya eskerî radibû, şehîd bû, oxir kir.

Endamê QSD`ê Ezîz Kobanê û li ser navê Meclisa Navçeya Sirînê, Hesen Şêx sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku bi saya van şehîdan gihîştine vê astê û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û DAIŞ`ê serî hildane û neteweya demokratîk ava kirine. Di dawiya merasîmê de bi karwanekî erebeyan berê xwe da gundê Rimêla daku cenazeyê şehîd li gundê wî bê veşartin.

Dirbesiyê şêrên xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyên şervanê Dewran Dirbêsiyê û şervanê YPG`ê Hogir Dirbêsiyê yên ku Şerê Tunekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûbûn li Goristana Rustem Cûdî li gundê Berkevirê oxir kirin. Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hesen Ibêd got: “Em ê li ser soza xwe ku me dabû şehîdan bin û armancên wan pêk bînin.” Piştî axaftinan, nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN