Cenazeyên 11 şervanên YPG/YPJ’ê ên li Minbicê û gundewarên Reqayê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmên girseyî li Kobanê û Dêrikê hatin veşartin.

Cenazeyên Mustefa Osman (Roj Kobanê) ku di 5′ê Adarê de li Minbicê,  Mustefa Beko (Deniz Kobanê) ku di 6′ê Adarê de li Minbicê, Delîl Yeşa (Rojhat Şiyar), şehîdên Hemleya Xezeba Firatê: Îbrahîm Mihemed (Zagros Reqa) ku di 6′ê Adarê de, Yûsif Cantir (Zerdeşt Amed) ku di 1′ê Adarê de, Umer Solak (Şoreş Pirsûs) ku di 6′ê Adarê de, Remedan Kebla (Hozan Besta) ku di 3′ê Adarê  de, Hêlîn Şahîn (Bêrîvan Mîra) ku di 3′ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan, ji nexweşxaneya Şehîd Zozan a bajarê Kobanê hatin rakirin.  Girseya gel cenaze bir Şehîdgeha Şehîd Dîcle.

Di merasîma oxirkirinê de, bi dehan Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser ên Kantona Kobanê, TEV-DEM′ê, partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.

Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG/YPJ′ê Berxwedan Kobanê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Dewleta Tirk bi êrîşên li ser gundên Minbicê û herêma Şengalê, tola serketinên leşkerî û siyasî ku gelê Rojava bidest xistine, hiltîne. Em soz didin ku em ê tola vê yekê ji Tirkiyeyê hilînin.”

Li Dêrik û Girkê Legê merasîm

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û Girkê Legê jî, cenazeyên 2 şervan û Fermandarekî YPG′ê li goristana Şehîd Xebat, oxir kirin.

Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên Fermandarê YPG′ê Metîn Bagir (Robar Mardîn), û herdû şervanên YPG′ê Oremar Karkiwêr (Delîl Dogan) û Şêrzad Hadî (Firat Amed) ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûne, li goristana Şehîd xebat oxir kirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Militan Efrîn axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: ″Di vê mehê de, Kawayê hesinkar û Egîd Korkmaz li dijî îxanetê berxwedaneke dîrokî meşandin û canê xwe feda kirin.″

Hevserokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî anî ziman ku bi saya xwîna cangoriyên azadiyê û felsefeya Rêbertiyê, gelên herêmê azad bûn. 


 KOBANÊ/DÊRIK