Bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û Saziyên Civakî yên Sivîl jî û bi sedan welatiyên Qamişlo, cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas, Lewend Qamişlo, Tolhildan û Made Zagros ên di demên cuda de, di berxwedana Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Girse bi armanca wergirtina cenazeyên 4 şervanan li ber Mala Gel a Taxa Enteriya ya Qamişlo kom bûn. Girseyê bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG’ê re gotin û piştî wergirtina cenazeyan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiya. Li goristanê merasîm hatin lidarxistin.
Di merasîmê de li ser navê YPJ’ê yek ji Fermandarên Herêma Qamişlo Evîndar Denîz, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wesîla Ezîz axivîn û bal kişandin ser berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê yên di pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo yên dawî de û soza şopandina riya cangoriyan dan.
Piştî axaftinan sîcilên şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Li ser navê malbatan jî axaftin hatin kirin. Di axaftinên malbatan de soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn û hat gotin, ji bo avakirina civaka demokratîk û azad çi ji destê wan bê ew ê bikin.
Şervanê azadiyê Kayar hat definkirin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mustafa Kayar (Bager Radîn) ê ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Barman a navçeya Mêrdînê Stewrê hat definkirin. Cenazeyê Kayar ê ku di çarçoveya hamleya “Komutan Rûbar Qamîşlo” li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li Sîlopiyê li taxa Barman a navçeya Mêrdînê Stewrê bi girseyî hat definkirin. Bi hezaran welatiyî li taxa Pinardere cenaze pêşwazî kir û ber bi Barmanê ve birin. Di ketina taxê de cenazeyê Kayar ji wesayîtê hat wergirtin û bi meşê birin malê. Malbatê cenaze bi gotinên “Tu bi xêr hatî mala xwe” pêşwazî kir. Pişt re cenazeyê Kayar birin goristana taxê û bi duayan defin kirin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî diyar kir ku di demên dawî de li Rojava êrîş zêde dibin û gelek ciwanên wan jiyana xwe ji dest dane û ciwanên Kurd wê heya dawiyê li axa xwe xwedî derkevin.
Dayîk û bavê Şervanê YPG’ê Zahîde û Erdal Kayar jî diyar kirin ku zarokê wan zarokê hemû gelê Kurd e û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwestin.
QAMIŞLO/MÊRDÎN