Bi sedan şêniyên bajaêr Hesekê bi armanca wergirtina cenazyên şervanên YPG û QSDʹê Yasir Kirêş (Rojhat Botan), Mihemed El-Hisêno (Temir Hesekê), Idnan Silêman (Ebû Mihemed), Ciwan Xidir (Berxwedan Elî), Lûey Cima (Sîdar Emo), Ebdulezîz El-Hisêno (Hogir Hesekê), Mehmûd Deham (Aras Hesekê) Ehmed Mihemed (Welîd Baran) û Ebrahîm Şêxo (Medîn Hesekê) ên di hemeleya rizgarkirina Reqa de şehîd bûn, li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin cem hev. Girseya gel piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekê ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê ketin rê.
Li riya ketina goristanê girseya gel cenazeyên şehîdan li ser milên xwe kirin û bi dirûşmeyên ʺŞehîd na mirinʺ heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê li ser navê navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hemîd Hesen axivî got ku bi saya berxwedan û fedekariya şehîdan herêm azad bûye û gelê herêmê dikare bi ewle bijî. Hesen di dawiya axaftina xwe careke din sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya şehdan da. Di berdewama merasîmê de her wiha Endama Fermandariya YPJʹê Sariya Dijwar axivî û bang li şêniyên herêmê kir ku li dijî çeteyan û hemû êrîşkaran yekîtiya xwe xurt bikin û got: ʺEm ê bi yekîtiya xwe li ser dijî hemû êrîşan û di serî de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin. Em careke din soz didin ku em ê parstina hemû beşên civakê bikin. Bela her kes bizane ku Efrîn û Şehbayê ne bi tenê ne, lê belê hemû gelê herêmê li pişt wane. Efrîn û Şehbayê wê bi îradeya xwe ya azad biser kevin. ʺ
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan.
HESEKÊ