Dîrok hema wisa bilez nameşe. Her tişt di carekî de naqewime û naçe serî. Ji ber vê yekê tekoşîn jî, tenê ji bo serkeftina armancên taybet û biçûk nayê dayîn û bi vî hawî sernakeve jî. Tekoşîn bi zanyariya dîrokî ve, bi êş û keserê hezaran salan ve xwe dixemilîne û serkeftin jî encex bi vî hawî misage dibe. Tevgera Kurd jî bi vê hişmendiyê ve bipêş ketiye û gihiştiya roja me. Îro, hin bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin û gelek tesîrên xwe ya însanî û siyasî jî li ser civaka Kurd hene, divê ew bûyerana xwînsariya me ji destê me nestîne. Helbet, li himberî bûyerên civakî sekneke bêalî tunîn e. Her tim, li himberî her bûyer û her rewşê, sekneke şoreşgerî û sekneke binirx hene. Lê carcarina rewş ewqasî tarî dixuyê û rojev wisa tevlihev dibe ku, ji bo xwendina rastiya rewşê divê însan pîçekî xwe biêşîne û hişyariya xwe bi tu awayî wenda neke. 

Di wesfa desthilatdariyê bi xwe de guhertin jî hema wisa hêsan nîne, desthilatdarî bi hêsanî naguhere. Ji bo di dest de hiştina destkeftiyên xwe yên aborî, siyasî û birdoziyê jî bi her awayî ber xwe dide. Ji ber vê yekê jî, ev hilbijartin, li gorî hilbijartinên siyasî yên berê hê girîng e û berî guhertinên girîng her tim bûyerên girîng û bi tesîr jî tên plansaz kirin. Ev yek, him ji bo desthilatdariya Tirkiyeyê, him jî ji bo Tevgera Kurd û civaka Kurd girîng e. Tevgera Kurd îro, ji bo ku şêwaz, nêrîn, reng û hişmendiya xwe nîşan bide û sekna xwe di qada siyaset û civakî de bi biriqîne, di destê xwe de derfetên 40 salî ve, li ber azmûneke gelekî dijwar e. Provakasyonên cûr be cûr dê werin çêkirin. Ji bo reşkirina sekna rewa ya tevgerê dibe ku gelek plan jî werin rojevê.  Ji bo ku hêzên şoreşger bi partiyên xwe ve sernekevin, êhtimaleke mezin reşitiyên ku heta niha nehatiye dîtin dê werin avêtin, lîstikên bêmînak dê werin lîstin. Bila were zanîn, hin tevger, sazî û dezgehên ku bibin amûrên van reşkirin û leyîstokan jî, ji qasî zanînên me, ji texmînên me jî zedêtir in.Ji ber ku, cankêşiyên desthilatdaran naşibe tu cankêşiyekî. Ji ber ku heke tevgerê Kurd û tevî piştevanî didin şêwaza wan carek bi serkevin, êdî li Tirkiyê desthilatdarî bi tu awayî nikare bigihîje derfetên xwe yên berê, yên beredayî. Ji ber vê yekê, ev cankêşî, ji bo desthilatdariya Tirkiyê, cankêşiya di navbera hebûn û nebûnê de ye. An tevgerên pêşverûtiyê bin pê bikin û bi vî awayî demek dîsa dezgehên xwe biparêzin, an jî heke vê car sernekevin îja ev bi awayekî “mirin”ê ji bo wan.Ji ber ku hêzên şoreşger, bi derfetên xwe yên nû ve dikarin rengên xwe nîşanî hemû gelên ku li Tirkiyê dijîn, nîşanî hemû dinyayê bidin. Xwe ji dunyayê re bidin nasandin. Ji xwe li Kobanê pîçek be jî dunya ji nêrîn û aso ya vê tevgerê hesiya ye, pîçek be jî, ji dûr ve be jî, bi dengeke nizm ve be jî ev siyaset deng veday.  Heke li Meclîsa Tirkiyê jî wek xwedî hêzeke guhertinên rewşa civakî be, îja ev car desthilatdariya Tirk a sed salî û paşverûtî çû û çû... Nexwe tenê ji bo demeke 4-5 salî be, ev cankêşî evqasî dijwar nedibû. Ji bo vê jî ez dibejim, xwînsarî, hişyarî û her tim xwedîderketina nirxên şoreşgerî..