Vêcar li Rojhilata Navîn, serkeftin û binkeftin bi hev re dimeşin. Ji ber ku em di demeke tund û tûj de ne, ango di demeke şoreşê de ne. Di vê şoreşê de hin nirxên dîrokî meqbûlbûna xwe wenda dikin; hin nirx jî pêşdikevin. Em dikarin vê rewşê binav jî bikin: "Nirxên ku bilind dibin û nirxên ku têkdiçin"  Tarîtiyên herî tûj, herî giran, her tim ber şefeqê xwe nîşan dide, dixuyê. Ya ku li Rojhilata Navîn diqewime jî ev yek e. Ew nirx û hêzên ku bêhna xwe ya dawî dikşînin, ango li ber mirinê ne, di nava nivînên xwe de can dikêşin û sekerat in, ji ber vê yekê bi awayekî tund dest û milên xwe ba didin, li derdorê dixin. Ji ber ku têkçûyîna wan, encama herikîna dîroka xwezayî bixwe ye. Dîrok, herikîna xwe ya xwezayî dimeşîne di encamê de jî, xweza û civak xwe nû dike. Di vê nûbûnê de zarokên xweza yên xwedî jiyaneneke nû şînahiya xwe, nûbûna xwe, ronahiya xwe didin der, yên xerabûyî û dema xwe derbaskirî jî hêdî hêdî ji holê radibin. Têk diçin, ji hêz û rêz pêpar dimînin, qels dibin û êrişkariya xwe ya herî tund pêk tînin.

Ev yek, di heman demê de destberdan a desthilatdarî bixwe ye. Desthilatdarî, îmkan, derfet, bi her awayî xwedÎbûn ji dest diçe. Ji destên desthilatdarên berê diçe, desthilatdarên kevn destvala dimînin. Jiyan, ji bo wan, êdî wek berê ne destvekirî ye. Nirxên kevn, ji ber vê yekê hov in. Hovbûna wan ji vir tê...
Bila şaş neyê fêhmkirin. Mebesta min, gotina min rasterast ne li ser DAİŞ'ê ye. DAİŞ tenê xuyangek e. Tenê serê kînorê ye DAİŞ... Di eslê xwe de êşa kînorê, bîzat di dilê ew desthilatdarên kevn de ye. Êrişkarî ya wan, hovîtî ya wan, bêhntengî ya wan e. Çek ya wan, derfet ya wan, aborî ya wan, birdozî ya wan e. Giyan a ew hovîtiyê giyan a wan e. Pitepit di dilê wan de dipipit e. DAİŞ'iyan dimire, lêdide, dikuje, serî jê dike, lê di eslê xwe de dest destê wan desthilatdaran e, ew kêrên ku serî jê dikin di destê wan de ye. Tûjîtiya ew kêrê, ji tûjîtiya dilê wan tê, hêrsê ku ew kêrê li stuyê însanan digerîne, ji dilê wan tê, ew topên ku li ser mirovahiya nû tên barandin, barana dilopên çavên wan bixwe ye û ji halê xwe re dibarînin, li ser têkçuyîna xwe digirîn, ew bombebaran girîna wan e, ku wek teqînê li paş hev tên.
***
Li Rojhilata Navîn, ji destpêka sedsala 20'emîn bigirin heta niha, ji bo civak, çand û baweriyên ku li ser vê axê dijîn, damezrandina pergaleke jiyanî û hevbeş her tim pirsgirêk bû. Bi dîrokê re paralel çend ceribandin pêk hat... Ev yekana hin car li ser baweriyan, hin car li ser civaknasiya eşîran, hin car li ser hêzbûnê hate damezrandin, lê tu yek jî encam neda. Her car baweriyek, çandek, netewek, polek, an jî beşeke civakê nerazî û bêçar man, dagir bûn, neçarî û nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Lê vêcar, li ser pergalê nêrîneke nû, tehlîleke nû heye. Ev nêrîn, nêzîkahiyeke ji bo hemû ol, netew, çand, pol û ji bo hemû beşên civak û xwezayê re wergirtî û rizgar pêşniyar dike. Ne tenê pêşniyar jî, li gorî derfetên xwe ceribandinek jî ava dike û nîşanî hemû dinyayê dike. Ev yek jî jiyana nû ya Rojava ya Kurdistan bixwe ye.  Êrişên kevneşopdaran ji ber vê ewqasî tund e. Lê wekî ku me li jor got: Ev êrişkarî, nîşaneya zayîna rojê bixwe ye... Ji bo hemû çand, ol, bawerî, pol û cinsan, ji bo hemû mirovahiyê re pîroz e...