SîneJîn / Ali Güler


 

Cannes, 70 saliya xwe pîroz dike. Ev 70 sal in ku bajarokê Başûrê Fransayê ji festîvaleke navneteweyî re malovaniyê dike. Di vê festîvalê de her sal bi dehan fîlmên ji gelek welatên cîhanê tên nîşandan û pêşbirkek jî ji bo van fîlman tê lidarxistin. Îsal jî gelek derhênerên navdar bi fîlmên xwe tevlî festîvalê dibin.

70’êyemîn Festîvala Navneteweyî a Cannesê, îsal di navbera 17 û 28’ê Gulanê de tê lidarxistin. Festîval îsal li ser navê “Kombûna di rêya hunera 7’emîn de” tê lidarxistin. Çavên cîhana sînemayê wek her sal îsal jî li eşkerekirina bernemaya festîvalê bû. Çend rojan berê li Parîsê bi daxwaniyekê bernemaya Cannesê a îsal hat eşkerekirin. Bernema ji aliyê serokê festîvalê Pierre Lescure û dîrektorê  festîvalê Thierry Fremaux ve hat hat diyarkirin. Di bernemaya îsal de bi rastî jî gelek navên navdar hene. Rûspiyê sinemaya cîhanê û derhênerên navdar îsal bi berhemên xwe yên nû tevlî Cannes a îsal dibin. Bi eşkerekirina bernamê jî heyecan zêdetir bû. Bi rastî divê mirov li fîlmên hatine hilbijartin temaşe bike. Raste Cannes her sel bi xalîçeya sor, staren cîhanê û  derhênerên mora xwe li dema îro ya cîhana sînemayê xistine kom dike. Lê bi rastî îsal ji salên din cuda ye. Biqasî ez dizanim ev 10 sal e min wek îsal ewqas nav li cem hev nedîtîbûn ne jî bihîstibûn: Michael Haneke, Andrey Zvygaintsev, Noami Kawase, Lynn Ramsay, François Ozon, Sofia Coppola, Fatih Akın û gelek derhênerên din bi fîlmê xwe yên nû tevlî festîvalê dibin. Ji bilî van derhêneran lîstikvanên wek Isabelle Huppert, Nicole Kidman ve Colin Farrell jî li ser xaliça sor dimeşin. 

Serokê juriya îsal a festivalê jî derhênerên navdar yê Spanî Pedro Almodóvar e. Ew jî heyanî niha bi gelek fîlmê xwe tevlî Cannesê bûyê. Lê îsal serokê juriyê ye û biryara xelatan dide.

Rûspiyê sînemayayê Michael Haneke dîsa li Cannes ê ye

 Hanekeyî mora xwe li festîvalê xistî

Gelo ev navên min li jor eşkere kirin kî ne û li ser sînemaya cîhanê tehsîra wan çi ye. Bê guman di nav van navan de yê herî dertê pêş û wek rûspiyê sînemaya Ewrûpa tê naskirin Michael Haneke ye. Haneke, di nav derhênerên dijîn de wek yê herî baş tê pênasekirin ku bi xwe Elman e û îro 74 saliye. Jiyana Haneke, di nava sînemayê de derbasbûye. Hemû fîlmê wî li ser temaşevanan tehsîreke mezin dihêle û wan dixe nav kûrahiya dîrokê. Bêguman em di nivîseke evqas kin de nikarin jiyan û sînemaya Michael Haneke bînin ziman. Lê ji  ber pêwendiya wî ya Cannesê wek bibîrxistin mirov dikare bi çend gotina behsa Haneke bike. Cara yekemîn di sala 2001’ê de bi fîlmê xwe “Piyanîst” xelata festivalê ya “ Xelata Mezin” wergirt. 2005’an jî bi fîlmê “Veşartî” wek derhênerê herî baştirîn hat hilbijartin. Pişti vê yekê bi 4 salan bi fîlmê xwe yê bi nave “Banda spî” û di 2012’an de jî bi fîlmê “Evîn” xelatên “Palmiya Zêrin” wergirtin. Haneke bi van xelatan mora xwe li dîroka festivala Cannesê xist. Ew îsal dîsa bi fîlmê xwe yê nû “Happy End” li pêy xelata “Palmiya Zêrin” e.

 

Keça Francis Fot Coppola, Sofia Koppala

Derhênerên wek François Ozon, Sofia Coppola, Fatih Akın jî gelek caran tevlî festival a Cannesê bûne û bi xelat vegeriyane. Lê di nava van de keça Francis Ford Coppola, Sofia Coppola derdikeve pêş. Wek tê zanîn bavê Sofia Coppola, Francis Ford Coppola, navê xwe li dîroka sînemaya cîhanê xistiye. Wî 5 cara xelata Oscar girtiye û fîlmê “Baba” çêkiriye. Keça wî Safiya Coppala jî di rêya bavê xwe de dimeşe. Dîsa Fatih Akın jî heyanî niha çend cara çûye Cannesê. Lê heyanî niha xelata “Palma Zêrin” wernegirtiye. Îsal belkî derkeve pêş.

Ji bo festivala îsal du fîlmên Kurdan jî serî li tevlîbûna festîvalê dabûn. Lê nave wan di bernamê de tinebû.

Yek li ser zindana Amedê, hatibû kişandin û bi nave “14 Tirmehê” ya din jî belgefîlma li ser jiyana “Yılmaz Guney” hatiye kişandin bû. 

 19 fîlm ji bo’ Palmiya Zêrin’ tên nîşandan

Festivala îsal di navbera 17 û 28’ê Gulanê tê lidarxistin û bi gişti 19 fîlm ji bo xelata “Palmiya Zêrin” di pişbirkê de ne:

Ismael’s Ghosts, Arnaud Desplechin   Wonderstruck, Todd Haynes

Le Redoutable, Michel Hazanavicius

The Day After, Hong Sang Soo

Radiance, Naomi Kawase

The Killing Of A Sacred Deer, Yorgos Lanthimos

A Gentle Creature, Sergei Loznitsa

Jupiter’s Moon, Kornél Mundruczó

L’amant Double, François Ozon

You Were Never Really Here, Lynne Ramsay

Good Time, Benny Safdie & Josh Sadie Loveless, Andrey Zvyagintsev

The Meyerowitz Stories, Noah Baumbach In The Fade, Fatih Akin

Okja, Bong Joon-Ho

120 Battements Par Minute, Robin Campillo

The Beguiled, Sofia Coppola

Rodin, Jacques Doillon

Happy End, Michael Haneke

 


 aliguler1926@gmail.com