Filma “9 rojan li Reqayê” bi lêkolîna Marine de Tilly û kameraya Xavier de Lauzanne bi gewde bûye. Komîteya Festîvala Cannesê filmê weke “femînîst” û Leyla Mistefa jî weke qehremaneke mutewazî ya rûtîneke neasayî bi nav dike. Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê îsal wê neyê lidarxistin. Lê filmên hatin bijartin hatin eşkerekirin. Ev jî di çarçoveya piştgiriya bi festîvalên din ên filman de dibe da ku filmên bijartî di wan de karibin bên nîşandan. Sermeselê, beşek ji filmên Festîvala Cannesê û Festîvala Filman a Navneteweyî ya Anîmasyonan a Annecyê wê di navbera 4 û 13´ê Îlonê de di Festîvala Deauvillê de bên nîşandan. Axir di nava 3 belgefilmên komîteyêî neqandî de “9 rojan li Reqayê” jî heye ku behsa hevşaredara bajêr Leyla Mistefa dike: Qehremaneke mutewazî ya rûtîneke neasayî. Filmên komîteya festîvalê bijartî li kategoriyên “Filmçêkerên mudaîm”, “Filmçêkerên cara pêşî hatî bijartin”, “Filma yekê”, “Sê belgefilm”, “Pênc komedî”, “Çar anîmasyon” hatin sinifandin. Di nava filmên mudaîman de “The French Dispatch” a Wes Anderson (DYE) jî heye. Derhênerê Otela Mezin a Budapeşteyê, vê carê filmeke bi temamî nû di dîroka sînemayê de çêkiriye; mijara wê bedewiya pîşeyî ya rojnamevaniyê ye. Filma “Havîna 85´an” a François Ozon (Fransa) jî li ser salên 80´yî li stasyoneke soberiyê ya li Normandiyê ye; aktorî di filmê de her li pêş e. Filmeke ji Japonya jî heye “Asa ga kuru (Dayikên heq)” ya Naomi Kawase. Film li ser weledanînê û dayikbûnê ye. Filma “Lovers Rock” a Steve McQueen (Meliktiya Yekbûyî) li salên 60´î ên Londonê ye. Komîteya festîvalê filmê weke filmeke îdeal ji bo derketina ji tecrîda Covid-19´ê bi nav dike. Filmên ji gelek deverên dinyayê Filma “Mangrove (Dara benê ya Hindê)” ya Steve McQueen (Melitiya Yekbûyî) behsa meseleyên nijadperestiyê yên dinya roja me ya îro dike. “Druk (Rawundeke din)” a Thomas Vinterberg (Danîmarka) behsa mêrên 50 salî dike ku hesreta wan vexwarina şerabê bi maliyan re ye. “DNA” de Maiwenn (Cezaîr / Fransa) dîsa hat bijartin. Derhênera serketî bi henekan behsa piştî mirina bapîrê xwe xwenêzîkkirina kokên Cezaîrî yên kesekê dike. Wekî din “Last Words (Gotinên dawî)” ya Jonathan Nossiter (DYE), “Beheşt: Ber bi welatê bexteweriyê ve” ya IM Sang-Soo (Koreya Başûr), “Em ê bên jibîrkirin” a Fernando Trueba (Spanya), “Nîvgirav” ya Yeon Sang-Ho (Koreya Başûr), Di Hingoriyê de ya Sharunas Bartas (Lîtwanya), “Mêr” a Lucas Belvaux, “Tişta rastî” ya Kôji Fukada (Japonya) jî di vê beşê de ne. Derhênerên cara yekê hilbijartî Wekî din ji bo pêşbirkê filma “Arezuya besîd” a Danielle Arbid (Libnan), “Mêrekî baş“ a Marie Castille Mention-Schaar (Fransa), “Tiştên em dikin û tiştên em dibêjin” a Emmanuel Mouret (Fransa), “Souad” a Ayten Amin (Misr), “Limbo” ya Ben Sharrock (Meliktiya Yekbûyî), “Sor” a Farid Bentoumi (Fransa), “Xwêdan” a Magnus Von Horn (Lehistan), “Teddy” ya Ludovic û Zoran Boukherma (Fransa), “Sibat” a Kamen Kalev (Bulxaristan), “Ammonite” a Francis Lee (Meliktiya Yekbûyî), “Bijîşkekî şevê” ya Elie Wajeman (Fransa), “Kurê xirab” a Oskar Roehler (Elmanya), “Nadia, Minminîk” ya Pascal Plante (Kanada), “Va ye em li vir in” a Nir Bergman (Îsraîl), “Heftane: Çîroka Hong Kongê”, ya Ann Hui, Johnnie TO, Tsui Hark, Sammo Hung, Yuen Woo-Ping, Ringo Lam û Patrick Tam Kar-ming (Hong Kong) jî ji bo pêşbirkê hatin neqandin; belê derhênerên wan ev cara yekê ye ku ji bo Festîvala Cannesê hatine pêşniyazkirin. 9 rojan li Reqayê Di nava beşên din de filmeke balkêş heye ku hatiye neqandin û ew jî di nava Sê Belgefilman de ye. Di vê kategoriyê de “Downstream to Kinshasa (Berjêr ber bi Kinsaşa ve)” yê Dieudo Hamadi (Komara Demokratîk a Kongoyê), “Nêçîrvanê kusiyan” ê Michael Dweck û Gregory Kershaw (DYE) û “9 rojan li Reqayê” ya Xavier de Lauzanne (Fransa) hene. Filma “9 rojan li Reqayê” saetek û nîvê behsa Leyla Mistefa dike, ew hevşaredara Reqayê ye. Ev jina ciwan a Kurd a 30 salî muhendîsa avahîsaziyê ye. Niha jî berpirs e ji jinûveavakirina Reqayê, lihevanîna xelkê û zindîkirina demokrasiyê. Film bi lêkolîna Marine de Tilly û kameraya Xavier de Lauzanne pêk hatiye. Komîteya festîvalê filmê weke “femînîst” û Leyla Mistefa jî weke qehremaneke mutewazî ya rûtîneke neasayî bi nav dike.