Romanên Bextiyar Elî ji alî xwînerên Kurmancî û Soranî ve bi baldarî hatibûn pêşwazîkirin. Her wiha di romana Kurdî de baştirîn romannûsê Kurd tê pênasekirin.
Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya bi navê “Di romanên nivîskarekî Kurd de Realîzma Efsûnî” de romana “Êvara Perwaneyê” wiha tarîf dike” Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike ku Perwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovên oldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe ve tên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn û dinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanê ji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijî ne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. ... Yek ji wechên romanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehenga romanê Perwane ye ku di Soranî de tê wateya pinpinîkê.”
Referansên civakî, dîrokî û siyasî
Her wiha Ahmedzade ji bo nivîskariya Bextiyer Elî jî wiha dinivîse:” Romanên Bextiyar Elî, tevî berhemên wêjeyî ku ji aliyê Gabriel Garcia Marquez, Tonî Morrîson, Derek Walcott, Taher ben Jelloun, Moniru Ravanipur û Salman Ruşdî dikare wek romanên realîst ên efsûnî bên tarîfkirin. Di romanên Bextiyar Elî de bi saya gelek referansên civakî, dîrokî û siyasî, yek bi hêsanî dikare bêje ku hûnandina berhemên wî bi realîteya Kurdistanê ve girêdayî ye.”
AMED