Bişirîna Şermînî, cara yekem sala 2003’yan ji Weşanxaneya Aramê derçû. Piştî 13 salan, di nav weşanên Weşanxaneya Lîsê de, keysa çapa duyem dît û gihîşt ber destê xwedevanên Kurdî. Bişirîna Şermînî, pirtûka duyem a çîrokan a Dilawer Zeraq e.
Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, bala xwe biriye ser êş, pirsgirêk û awayê jiyana jinên Kurd ku di seqa û kawdaneke şerî û têkoşînê de dijîn. Û bi vê re jî, bi awirekî hûrger û bi çavekî dîtir li ser sedem û hebûna van êş û pirsgirêkan sekiniye.
Dilawer Zeraq, çîrokên di vê pirtûkê de, bi zimanekî sade û rewan hûnaye. Û çîrokên di vê pirtûkê de, ji çîrokên di nav hev de û bi awayekî hevdemî hatine hunandin û vegotin, pêk tê.
AMED