
Yekîneyên Midûriyeta Polisan li ser fermana 9'mîn de Dozgeriya Komarê ya Stenbolê bi ser buroyên DÎHA' yên Stenbol Enqere, Îzmir, Mêrsîn, Riha, Amed, Wan û gelek malên xebatkarên ajansê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de herî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay çend roj berê di kanalekî de diyarkiribû ku operasyon bi kordîne pêk tên dê bidomin. Balkêşe pişti daxuyaniya Beşîr Atalay ev operasyon pêk hat. Her wiha rojnameya Akşamê 15’ê mehê de bi nûçeyekî çapemeniya kurd hedef nîşan dabû. Serê sibê li ser buroya DÎHA'yê ya Amedê de jî girtin. Polîsan di serdegirtina buroya Amedê de hemû alav û amûrên ajansê û arşîva ajansê desteser kir. Hate zanîn ku serê sibê polîsan xwest bi zorê deriyê buroyê vekirin, xebatkarê ajansê Abdurranman Gok piştî xwest di bin çavdêriya dozger de lêgerîn bê kirin, polîsan di bin çavdêriya parêzer serdar Serdar Çelebi de lêgerîn kirin. Lêgerîna buroya Amedê heta saetên nîvro domkir. Parêzerê Ajansê Serdar Çelebî diyar kir ku lêgerîn bi fermana 9'emîn Dozgerê Komarê yê Stenbolê ve hatiye destpêkirin.
Di encama operasyonên qirkirinê de e rojnamegerên ku hatine binçavkirin ev in; Ramazan Pekoz, Kenan Kirkaya, Evrîm Kepenek, Nurî Firat, Semîha Alankuş, Mazlum Ozdemîr, Sadik Topaloglu, Ertuş Bozkurt, Ziya Çîçek, Fatma Koçak, Çagdaş Kaplan, Zuhal Tekîner, Omer Çelîl, Nevîn Erdemîr, Nahîde Ermîş, Davut Uçar, Şerafettîn Sumelî, Berxwedan Yaruk, Îsmaîl Yildiz, Zeynep Kuray, Huseyîn Denîz, Sevînç Tuncellî, Dîlek Demîrel, nûçegîhanê AFP’ê Mustafa Ozer, nûçegîhanê Vatanê Çagdaş Ulus hatin binçavkirin.
Li gorî Komeleya Mafê Mirovan, li Tirkiyeyê 71 rojnamevan di girtîgehan de ne. Tirkiye di serdema hikûmeta AKP’ê de bûye mezintirîn girtîgeha cîhanê ya rojnamevanan. Heta niha 13 rojnamevanên DÎHA’yê di girtîgehan de ne. Di 19’ê kanûnê de jî, nûçegihanê DÎHA’yê Abdullah Çetîn jî di encama serdegirtina Şaredariya BDP’ê ya Misirca Sêrtê de hatibû binçavkirin û duh hate girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji BDP’ê nerazîbûna tund
BDP’ê li hemberî operasyonên ku li dijî çapemeniya kurd pêk hat bertên tund nîşan da. Berpirsa Weşan û Çapemeniyê û Alîkara Hevseroka BDP’ê Fîlîz Koçalî diyar kir ku di serdegirtinên hevekatî destê sibê yên li dijî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Etîkê û rojnameya Ozgur Gundemê (Rojeva Azad) hatin lidarxistin de gelek rojnameger hatine binçavkirin û wiha got: “Di hedefa îro (duh) ya operasyonên jêr navê KCK’ê tên bipêşxistin de çapemenî hebû. Feraseta AKP’ê çapemeniya serdest girt bindestê xwe û yên nikaribû bike bindest xwe jî ‘eyar’ kişandê, diyar e ev jî qîma AKP’ê nake. AKP hewl dide çapemeniya ku nikare bi dest bixe, eyar bidê jî; bi serdegirtin, rojnamegeran bêden bike. Êrîşa dawî ya AKP’ê ne tenê li dijî çapemeniyê ye, di heman demê de li dijî mafê wergirtina nûçeyan e jî, lewre li dijî hemû civak û gelan e. AKP naxwaze rastî û heqîqet bên nivîsandin û bên zanîn.”
Fîlîz Koçalî diyarkir ku li dijî rojnamegeran polîtîkayên bêzarkirin û girtinê tê peşxistin û wiha got: “Vê bi êrîşên dawî yên AKP’ê re di warê azadiya çapemeniyê ya asta welatên dinyayê hê ber bi paştir biçe. Serokwezîrê ku bûye ‘dozgerê’ lêpirsîna demokratbûna lîderên welatên din û qaşo asta azadiyên welatên din dipîve; bila berê her tiştî bersiva van pirsan bide: ‘Ma li Tirkiyeyê hiqûq heye, gelo li Tirkiyeyê çapemenî azad e?’.”
Koçalî diyarkir ku ev operasyon bi fermana Erdogan pêk hatiye lê tu caran heqîqet nayê bedêngkirin û îro jî girtin nikarin heqîqetê bêdeng bikin. Koçalî bang li hemû kesên ku azadiya çapemeniyê diparêzin dikin ku li hemberî van zext, êrîş, girtinên li dijî çapemeniyê û derbekirina maf û azadiya wergirtina nûçeyan bibin xwedan helwest.
KESK û ÎHD'ê şermezar kir
Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, serdegirtinên hemwext yên vê siharê li ser Kurd û rojnamevanên muxalîf şermezar kirin û xwestin kesên hatîn binçavkirin serbest bên berdan.
Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen bertek nîşanî operasyonên îro li ser weşanên çepemeniyê yên Kurd û muxalîf bi taybet DÎHA û Ozgur Gundemê da.
Ozgen wiha got: “ Wek me berê jî dayî diyarkirin pêkanînên yekane û totalîtek yên hikumeta AKP’ê didomin. Operasyon bi hincetên sûnî tên kirin. Eger wisan biçe kesekî ku muxalefetê bike namîne. AKP ji vê rewşa niha re demokrasî dibêje. Eger demokrasî ev be, binçavkirin û girtin ji demokrasiyê dûr, pêkanînekî faşîzane. Ji bo helandin û astengkirinê operasyon berdewam dikin. Niha li derve kî meya.”
Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bilêv kir ku, “Ev rewş ji bo Tirkiyeyê xetere.” û wiha axivî: “Bi rastî êdî operasyonên bi vî awayî me matmayî nakin. Rast û rast ji navendekê tên plankirin. Ji xwe duh Beşîr Atalay bixwe îtîraf kir ku ev operasyon ji navendekê tên rêvebirin. Di serî de li dijî gelê Kurd, yên ku bi pirsgirêka kurd ve mijol dibin û yên demokrasiyê diparêzên êrişekî topyekûn heye. Ev jî tê wateye derbazbûna sîstema totalîtere. Ev ji bo Tirkiyeyê rewşekî xetere.”
ENQERE
Ji kedkarên çapemeniya azad çalakî
Serdegirtinên li hemberî çapemeniya kurdan û mûxalîfan a ku îro danê sibê dest pê kir, li ber avahiya navenda giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate protestokirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku dawî li zextên li ser çapemeniya azadî bînin û daxwaza rakirina TMY’yê û girtina dadgehên rayetaybet hate kirin.
Di daxuyaniya ji aliyê xebatkar û kedkarên çapemeniya azad ve li ber deriyê rojnameya Ozgur Gundemê hate lidarxistin de, gelek nunerên partiyên siyasî û sendîkayan piştgirî dan. Di dema daxuyaniyê de jî lêgerîna di buroya rojnameyê de berdewam dikir. Xebatkarên rojnameyê jimara îro ya rojnameyê hildan. Her wiha, xebatkaran pankarta “Duh îro bombe, îro binçavkirin, hûn nikarin çapemeniya azad bê deng bikin” û pankarta navên rojnemvanên girtî li ser bûn hildan.
ANF/STENBOL