ARAS YÛSIF / HEMRÎN ŞÊXO/ANHA / EFRÎN 


Piştî serketina şoreşa Rojava yek ji xebatên Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê, damezrandina Zanîngeha Efrînê bû. Di vê zanîngehê de ji bo nifşekî nû ya rojnamegeran were avakirin û parastina civaka xwe bikin û rastiya wê di hemû aliyan de ji raya giştî re ragihînin, fakûlteya Ragihandinê hate vekirin.

Di sala yekemîn a fekûlteya Ragihandinê de 63 xwendekar beşdar bûn û ji van xwendekaran 48 derbasî sala duyemîn bûn. Îsal jî 150 xwendekaran navên xwe qeyd kir. Yek ji mercên beşdarbûna fakûlteyê ew e ku divê xwendekar di ezmûneke nivîskî û devkî re derbas bibin. Lê ji van xwendkaran tenê 45 xwendekar beşdarî ezmûnê bûne.

Ji bo xwendekarê fakûlteyê bawernameya rojnamegeriyê wergirin divê 4 salên fakûlteyê serketî bi dawî bikin. Rêbaza perwerdekirinê jî bi riya semîneran e û hemû xwendekar dikarin beşdarî nîqaş û nirxandinên derbarê semîneran de bibin û hemû nihêrînên xwe çi erênî û çi jî nerênî îfade bikin.


Çalakiyên xwendekaran di sala 1. de

Xwendekarên fakûlteya Ragihandinê di roja çapemeniya Kurdî de şahî li dar xistin, her wiha sînevîzyonek di derbarê çepemeniya kurdî de ya dîdbarî û nivîskî de pêşkêş kirin.

Xwendekaran di çarçoveya xwendina xwe de lêkolîn pêk anîn û encamên lêkolînên xwe bi hemû xwendekaran re parve kirin. Yek ji van lêkolînan perwerdeya pratîk di dewreyeke perwerdeya Havînê de bû. Zanîngeha Efrînê di sala yekemîn de perwerdeyên pratîkê dan xwendekaran. Beşdarbûna xwendekaran a van perwerdeyên pratîkê pêwîst e û eger xwendekarek beşdar nebe nikare bawernameya rojnamegeriyê wergire.


Studiyoyek wê bê vekirin

Rêveberiya zanîngehê amadekariyên xwe ji bo vekirina studioyeke ji beşê ragihandinê re dike û dê bi hemû pêdiviyên wê yên teknîkî û pêwîstiyên amadekirina nûçeyan û bernameyên dîtbarî were amadekirin. Yek ji kêmasiyên fakûlteya Ragihandinê ew e ku kadroya perwerdekirinê ya pispor kêm e û rêveberiya desteya perwerdekirinê niha ji Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Rifeet Rifeet û Hamid Rustem pêk tê.

Girêdayî mijarê Rêveberê fakûlteya Wêje, Dr. Ebdilmecîd Şêxo got: “Em niha peywendiyên xwe bi hin pisporan re yên li derveyî herêmê datînin da ku bêne kantona Efrînê û cihê xwe di fakûlteyê de bigirin.”