Çapemeniya Azad a Jinên Rojava nûçegihan Nûjiyan Erhan di salvegera duyemîn a şehadeta wê de bi bîr anî.
Di daxuyaniya nivîskî ya saziyê de hate bibîrxistin ku Nûjiyan Erhan dema êrişên PDK’ê yên li dijî civaka Êzîdî ya li navçeya Xanesorê ya Şengalê dişopand, bû hedefa êrişa hêzên PDK’ê û şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Jiyan, têkoşîn û rengê hêviyên di çavê Nûjiyanê de pêşengî rênîşanderiyê dike ku em ê îro û sibê çawan bijîn.”
Saziyê ji bo Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) a li navçeya Hîlwan a Rihayê ji dayik bûyî di dewamê de got, “Her mala ku diçûyê çîrokên wan bi hîskirina dîrokê bi îro re dikir yek û dinivîsî. Ji dûr ve li çîrokên jiyanê mêze nekir, di her çîrokekê de xwe dît û bi çavên xwe yên biken şahidiya xiyaneta li civaka Êzîdî, dikir. Zanî vegotina êş û kêfxweşiyên wan bike.
Xiyaneta PDK´ê vegot
Bi vegotina xiyaneta hêzên PDK’ê ku civaka Êzîdî bê parastin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hişt, hêrsa gel bilind kir. Ji ber wê jî di êrîşa 3’ê Adara 2017’an a ser Şengalê de Nûjiyan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hedef hate girtin û giran birîndar bû.”
Çapemeniya Azad a Jinên Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist ku Nûjiyan Erhan 22’ê Adarê li Nexweşxaneya Hesekê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN