Piştî daxuyaniya Serokwezîr Tayyîp Erdogan ên "Ciheke ku dibêjin Buroya Hiqûqê ya Sedsalê heye. Her tim parêzeran diguherînin. Tenê parêzerek naçe Îmraliyê. Parêzerên ku diçin Îmraliyê jî di navbera Îmrali û Qendîlê de têkîliyan datînin" parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hedef nîşan da, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzerên Ocalan girêdayî ne bû hedefe pêla binçavkirinên di bin navê KCK'ê de. di encama serdegirtinê ya ku 12 saet berdewam kir de dosyayên dozên Ocalan ên li DMME'yê, nameyên hatine buroyê û gelek belge ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin û 47 parêzerên ku ji 2000'an heta niha parêzertiya Ocalan dikin jî hatin binçavkirin.
Ji ber biryara "veşartîbûnê" hê jî hiqûqnas jî nizanin ku parêzer bi çi têne sûcdarkirin lê çapemeniyê zû dest bi darizandinê kir. Çapemeniyê xwe kir cihê dadger û dozgeren KCK'ê û bi nûçeyên "hevdîtinên bi Ocalan re piştî ku qod didin, dişînin Qendîlê" weşandin û careke din Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hedef nîşan dan. Lê tiştên ku çapemenî û daraz ji bîr dike ew e ku hemû hevdîtinên Ocalan a bi parêzeran re bi aweyeke neqanûnî ji aliyê îdareye girtîgehê ve têne qeydkirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku di serî de parêzertiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelek kesên din dike di qada navneteweyi de jî bi taybetî jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek dozên cidî dişopîne. Buro bi taybetî ji 1999'an heta niha ji ber rewşa siyasî ya Ocalan her tim din bin çavdêriyê de hate girtin û bû hedefa darazê. Daxuyaniyên parêzerên Ocaln ên ku dane çapemeniyê jî bûn mijara dozan. Ji 1999'an heta 2005'an dozên ku hatin vekirin bi cezayê "ji parêzertiyê men" bi encam bûn, piştî 2005'an li gorî guhertina di qanûnê de vê carê ev ceza veguherandin cezayê girtîgehê. Der barê parêzerên buroyê de nêzî 300 doz hatin vekirin û heta niha 43 sal secayê girtîgehê li wan hate birîn. Cezayên ku hatin dayin bi hinceta "alîkarî dane rêxistinê" hatin birîn. Parêzer Cengîz Çîçek, Ergun Canan, Servet Demîr û Denîz Uzunkopru rastî cezaya qedexeya hevdîtinê hatin.
Çapemeniya ku nûçeyên "hevdîtinên bi Ocalan re dişînin Qendîlê" weşandin ji bîr kir ku hevdîtinên li Îmraliye hemu têne qeydkirin, dîsa hevdîtinên Şeymus Poyraz, Cumalî Karsu, Hakki Alkan, Hasbî Aydemîr û Bayram Kaymaz ên li Îmraliyê ne jî bi awayeke nehiqûqî tên qeydkirin jî qet nedît. Hevdîtinên Ocalan bi aweyeke neqanûnî ji aliyê dewletê ve tên qeydkirin û hevdîtinên 5 girtiyên din jî piştî 27'ê nisana 2011'an bi awayeke neqanûnî hatin qeydkirin. Ji bo vê yekê parêzeran serî li Wezareta Dadê û dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên ku hatin binçavkirin Omer Guneş di daxuyaniya xwe ya berê de gotibû ku tecrîda li ser Ocalan ji aliyê hikûmetê ve wekî ku biryareke siyasî hatiye girtin e. Piştî daxuyaniyên Erdogan ên ku buro kiribû hedef jî Guneş gotibû ku buro parêzertiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelek kesên din dike. 


ÇAGDAŞ KAPLAN - DÎHA/STENBOL