Bi sedan rojnamevan û xebatkarên saziyên çapemeniyê û şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şehîd Rizgar Adanmiş (Rizgar Deniz) û endamê hêzên Asayîşê Elî Zoro li bajarê Qamişlo merasîmeke bi heybet li dar xistin. Hevrêyên Rizgar soza şopandina rêya wî dan. Hevrêyên Şehîd Rizgar Deniz, darbesta wî bi gul û çîçekan xemilandin, kamera û alavên wî yên rojnamegeriyê ku bi kardianî li ser darbesta wî danî. Merasîma ku li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina eskerî ya ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê ve destpê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvîn Seyîd axivî û ji malbatên herdu şehîdan, rojnamevanên çapemeniya azad û tevahiya gelê Kurd sersaxî xwestin. Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî axaftinek kir û diyar kir ku hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyê şehîd dane û ji wan saziyên ragihandinê ne. Ji rêveberên ajansa ANHA’yê Dilşand Cûdî axivî û rola şehîd Rizgar a di şopandina pêngavên rizgarkirinê ji Başûrê Kurdistanê, Rojava û hetanî Şengalê de anî ziman.

  ‘Em rêya wî bernadin’ Cûdî li ser navê çapemeniya azad soz da ku ew ê rêya şehîdên xwe bidomînin, defter û kameraya wî li erdê nahêlin. Dayîka şehîd Rizgar jî axivî û got: “Rizgarê min ji zarokatiya xwe ve dest bi xebatên ji bo rizgariya welat kiriye. Di malbata me de ew bi tenê hebû, tevî vê jî ji xwe qebûl nekir ku li malê bimîne. Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im.” Meta şehîd Elî Zoro Sîham Silêman jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da Piştî axaftin bi dawî bûn, cenazeyê Elî Zoro li goristanê bi dirûşa ‘Şehîd Namire’ hate veşartin. Her wiha darbesta Şehîd Rizgar careke din birin morga tenduristiyê da ku li warê lê mezin bûyî, li Mexmûrê bê veşartin.   QAMIŞLO