Ji bo yekemîn salvegera şehadeta Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) Desteya Derayî ya Kantona Cizîrê bi navê Herekol çapxaneyek vekir.  Çapxaneya Herekol yekem çapxaneya herî mezin li ser asta Rojavaye ku pirtûkan çap dike.

Di merasîmê de şandeyeke ji Rêveberiya Xweser, malbata Şehîd Herekol û bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê amade bûn. Qada merasîmê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Herekol û cangoriyên Rojava û pankartên bi nivîsên ʺBi boneya salvegera Şehîd Herekol em vekirina çapxaneya şehîd Herekol li gelê me û hemû gelên demokrat ên herêmê pîroz dikinʺ hatibû xemlandin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û soz da ku heta dawî riya şehîdan dê bişopînin.

Sarûxan di berdewamiya gotinên xwe de kesayeta fermandar Herekol wiha pênase kir: ʺŞehîd Herekol bi hezaran şervan perwerde kirin. Em bawer in ku dê şagritên şehîd Herekol hedefên wî yên avakirina civaka demokratîk pêk bînin.ʺ


Ev çapxane ji bo siberojê ye

Berdevkê Fermî yê YPG`ê Mehmûd Nûrî jî di merasîmê de axivî û got: ʺTêkoşîna ku şehîd Herekol dayî meşandin, em ê bidomînin. Hedefa wî ew bû ku nifşekî nû yê zane û şareze ava bike. Bi riya vê çapxaneyê wê pirtûk li giştî Bakurê Sûriyê werin belavkirin û ji bo pêşerojê bibe deriyê ronîkirina nifşên nû.ʺ

Di dawiya merasîmê de beşdarvanên merasîmê li çapxenaya Şehîd Herekol geriyan û merasîm bi dawî bû. 


 DÊRIK