
Hîna dema wekî mamoste li Ospedale della Pietà dest bi kar kir, Vivaldi dest bi kompozîsyona operayan kir. Bi Ottone in Villa ya sala 1713´yan dest pê kir û heta sala 1739´an bêhtirî 50 operayên din afirandin.
Antonio Lucio Vivaldi komponîst û kemangerekî Venedîkî yê serdema hunerî Barockê ye û ew beriya bi 339 salan 4´ê Adara 1678´an li Venedîkê k*ji dayik bûye û 28´ê Tîrmeha 1741´ê koça xwe ya dawî kiriye.
Antonio Lucio Vivaldi wê ji nava xwîşk û birayên xwe bibûya yê temê ku bi awayekî profesyonek bi muzîkê re elaqedar bibe. Bavê wî jî kemangerekî navdar ê Venedîkî bû û hîna di temenê zarokatiyê de carinan li çûna bavê xwe di orkestrayê de li kemanê xistiye. Li gorî rîwayetan wî dersên teoriya muzîkê ji Giovanni Legrenzi girtine, lê wî hîna Antonio 12 salî, sala 1690´î wefat kiriye.
Keşe û mamoste
Bi 15 saliya xwe wî xwendina xwe ya dînî bi dereceya pêşî bi dawî kir, bi 18 saliya xwe jî xwendina xwe ya dînî ya teolojiyê temam kir. Lê hîna nû bi 25 saliay xwe bû waiz. Paşê jî li Dêra Santa Maria della Pietà bû keşe. Û li ser daxwaza Francesco Gasparini li maleke keçên sêwî ya li Ospedale della Pietà bû mamosteyê kemanê. Piştî ku saelekê li vir ders dan, bi sal û nîvê wî bi temamî dev ji keşatiyê berda ku wî weke sedem pirsgirêkên xwe yên tenduristê nîşan didan.
Vivaldi mamostetî ji Orkestraya Ospedale della Pietà kir, sala 1703´yê bû maestro di violino, sala 1704 bû maestro di viola all’inglese. Piştî sala 1716´an jî bû birêveberê mûzîkî (maestro de’ concerti). Orkestraya wî ji bo serdema xwe ewqasî navdar bû ku ku tûrîstên Îtalyayê xwe lê digirtin.
Konserên kemanê, lê ne tenê
Pirraniya konserên wî yên kemanê ji Ospedale hatibûn bestekirin. Ji van 30 heb ji bo xwenkara wî û paşê hevpîşeya wî kemanger Anna Maria bûn.
Piştî ku li Venedîkê du berhevokên wî yên sonatan sala 1709 û 1711´an Vivaldi li seranserê Ewrûpayê navdar bû. Heta sala 1729´an 12 berhevokên wî hatin çapkirin.
12 konser op. 8 (sala 1925´an çap bû), Il cimento dell’armonia e dell’inventione (maneya wê “Pêşbirka di navbera aheng û vedîtinê de) weke çar konserrên pêşî ku xelata navdar a Le quattro stagioni (Çar demsal) wergirtin.
Hîna dema wekî mamoste li Ospedale della Pietà dest bi kar kir, Vivaldi dest bi kompozîsyona Operayan kir. Bi Ottone in Villa ya sala 1713´yan dest pê kir û heta sala 1739´an bêhtirî 50 operayên din afirandin. Ji bilî wê jî bi rasthatina şerê Venedîkiyan bi Tirkan re Vivaldi sala 1716´an oratoriyûma “Juditha triumphans” afirand.
Bû navdarekî muzîkê
yê Ewrûpî lê xizan mir
Li ser lihevnekirinê sala 1718´an ew ji Venedîkê çû Mantuayê, li wir ew wekî komponîstê operayan ê Prensê Hessenê li Darmstadt xebitî. Piştî sala 1721´ê gelek caran ew li Romayê bi cih bû, du caran muzîka xwe li ber Papa îcra kir.
Sala 1726´an wekî birêveberê muzîkê yê Teatro San Angelo vegeriya Venedîkê. Wî li wir Anna Girò ya hingê 16 salî jî nas kir û stranbêja fransî êdî bi wî re li Ewrûpayê digeriya. Tê zanîn ku wî li Pragê bi xwe jî konser dane.
Sala 1730´î Venedîkiyan êdî hez ji muzîka wî nekir û ew jî sala 1740´î çû Viyanayê ji bo alîkariyê ji împaretor Karl VI. bi xwaze, lê ew Çiriya Pêşî mir. Deh mehan paşê jî Vivaldi 28´ê Tîrmehê wefat kir û li Viyanayê li tirbeke besît hat veşartin.
Ji qederê 500 konserên Vivaldi 241 ji bo kemanê ne. Paşê 39 konserên fagot tên. 70 konserên wî yîn din jî ji bo didu yan jî bêhtir solîstan in.
NAVENDA NÛÇEYAN