
Lîstîka "Çar Diyalog" vegera mirovekî ya nava xwezayê û rêwîtiya rêwiyekî ji nava dîrokê û dîsa vegera ber bî dîrokê ve vedibêje.
Beşa Şano ya Akademiya Hunerê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ku 2 meh berê dest bi xebatên şano kir, bi lîstika "Çar Diyalog" derdikeve pêşberî şanohezan. Xwendekarên ku her sal li ser serdema mezûniyetê radiweste vê carê li lîstika şano ya "Çar Diyalog" ku ji aliyê şanoger Kemal Orgun ve hatiye nivîsandin derdikevin ser dikê. Lîstika ku di 14'ê nîsanê de li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwin derkeve pêşberî şanohezan amadekariyên xwe temam kir. Akademiya Hunerê ya di bin baneya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn de xebatê xwe dimeşîne û yekem car şagirtan mezân dike, projeyan amade dike. Li aliyê din xwendekarên akademiyê ji bo serdema mezûniyetê lîstika bi navê "Havarî" amade dikin.
Lîstika şanoya ya "Çar Diyalog" rêwitiya rêwiyê xwezayê vedibêje. Çîrok û jiyana rêwiyê ku ji nava dîrokê tê û dîsa diçe dîrokê vedibêje. Li ser nakokiyên di rêwitiya dîrokê de derdikevin pêşberî wî tînin ziman. Nivîskarê lîstika şanoyê Kemal Orgun û lîstikvanan li ser naveroka lîstikê û xebatên lîstikê axivîn. Kemal Orgun, anî ziman ku 2 sal berê akademî ava kirin û li gel xebatên xano, xebatên muzîk, wêjeyê rawestiyan û wiha got: "Ji bo ku em hem hunerê û hem jî jiyana azad pêş bixin dest bi xebatê kir. Berê em xwendekaran hildibijêrin. Beriya hilbijartinê di kursên mehekê re derbas dibin. Ev hilbijartin li gorî rêgeza pergalê pek nayê. Divê berî her tiştî xwendekar ji karê xwe, hevalê xwe û hunerê re bi hurmet be. Divî hurmeta wî ji kedê re hebe. Di meha îlonê de hilbijartin pêk tê û di meha cotmehê de dersên şano dest pê dikin. Xwendekar dersên gelek zêde dibînin. Xwendekarê ku tê li vir dersek şano dibîne 14 dersên din jî dibîne. Dersa dîroka şaristaniyê, dirok hunerê û gelek dersên din dibîne. Lîstikvanê bi navê Onur û Eser jî anîn ziman ku wan berê perwerdehiya bi vî rengî nedîtibûn û niha perwerdehiyek têr û dije dibînin û bi vê yekê pir kêfxweş in.
AMED