Projeyeke bi navê “Take Refuge/Bisitire” berhemên çar hunermendên jin Beizar Aradini (Bêzar Aradanî), Nuveen Barwari (Nûvîn Berwarî), Aram Han Sifuentes û Tshab Her Joe Nolan dihewîne. Pêşangeha berheman li bajarê DYE´yê Nashvilleê ye. Her çar hunermend li rola ji rêûresmê ya jinê weke “ya miqate dibe” û bikaranîna qumaş û merşan dikolin.
Di pêşangeha li galeriya The Packing Plant de berhemên wan tên nîşandan.
Ji van çar hunermendan Bêzar û Nûvîn ji malbatên ji Başûrê Kurdistanê ne. Ew gelek caran merşan û parçeyên ji merşan ji bo berhemên xwe bi kar tîne. Bi “Flaming Hot 1/2” jî ew vê dike, nexşeke sêgoşe û pakêteke çîpsên tûj. Ew motîfên merşên ji Kurdistanê û sicadeyan di berhemên xwe de derdixe pêş.
Enerjiya bi rengê ta, kêl û girêkan
Bêzar gava malbata wê li Bakurê Kurdistanê penaber bû, hatiye dinyayê. Ew portreyên bi detay ên ecêb çêdike. Berhemên wê ji ber wêneyên endamên malbatê tên girtin û ew wan ji nû ve bi ta, kêl û girêkan çêdike. Li berhema wê ya li vir em wêneyê wê bi we re parve dikin a bi navê “Family Ties (girêdanên/girêkên malbatê)” de sê zarok û dayikeke ku pitikek di hembêza wê de heyî hene. Enerjiya di portreyê de xwe bi xurtî dide der. Ew reng û şiklê cilûbergên ji rêûresmê jî bi baldarî ji nûve çêdike.
NASHVILLE