Du jinên Êzîdî tevî du zarokan ji bajarê Reqayê hatin rizgarkirin. Jinên ku hatine rizgarkirin têkîldarî şidet û zilma çeteyên DAIŞ’ê axivîn.

Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êrîşê Şengalê kir û bi hezaran jin revandin û li bazara koleyan firotin. Bi sedan jin li gorî derfetên xwe, ji destê çeteyên DAIŞ’ê xwe rizgarkirin. Herî dawî doh du jin û du zarokên ji hovîtiya çeteyan rizgarbûyî, gihiştin Şengalê. Jinên ku bi dîtina xizm û malbatên xwe kelogirî bûn, behsa zilma çeteyan  li dijî jinan kir.

Jina ciwan ya 23’ê salî diyar kir ku ew ji gundê Xanasorê yê Şengalê ye û wiha peyivî: “Ji malbata mn 65 kes hatin girtin. Haya min ji wan nîne. Ev du sal in ku min roj bi çavên xwe nedîtiye. Ji bo em nerevin her derî li ser me digirtin. Digotin ‘hûn ê tev nimêj bikin’. Eger me nimêj nekiriba, li me didan. Her digotin ‘hun kafir in, werin ser dînê Îslamê’. Çeteyên DAIŞ’ê çar cara ez firotim. Ji Reqayê em reviyan û me xwe gihand hevalan. Wan alikariya me kir û em anîn vir.”

Jina ji gundê Girzerik jî got, du zarokên wê hene û wiha peyivî: “Ji malbata me 5 kes hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Jin tev birin dibistana Koço. Dest û çavê mêra girêdan û birin. Em nizanin çi ji wan kirin. Piştî wê jinên ne zewicî jî birin û tecawîzî wan kirin. Dema me bi ya wan nedikir, li hember me şidet pêk dianîn. Min nedizanî çekê bi kar bînim. Ji ber vê me nekarî xwe biparêzin. Ez îro bi saya hevalan jî destê DAIŞ’ê rizgar bûm.” 



 ŞENGAL