
Hozan Comerd di derbarê komploya navdewletî ya 15’ê Sibat a 1999’an ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat ji ajansa ROJNEWS’ê re nirxand. Hozan Comerd diyar kir ku di dîrokê de komployên bi vî rengî ne hatine dîtin. Ji bo komploya li hember Rêber Apo çar parzemîn bûn yek.”
Hozan Comerd Ocalan weke pêşengê hemû Rojhilata Navîn bi nav dike û dibêje: “Rêber Apo ne tenê ji gelê Kurd re ji hemû gelên Rojhilata Navîn re jî pêşengiyê dike. Felsefeya Rêber Apo di Rojhilata Navîn de deriyeke nû ji mirovahiyê re vekir. Ji ber vê jî 15’ê Sibat’ê, ji bo mirovahiyê rojek reş e, xiyaneteke zehf mezin e. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li hember Rêberê tevahî mirovahiyê bû.”
Kurd her qetilbûne
Hunermendên Kurd ji bo rawestandina şer û komkujiyên li ser Kurdistanê jî yekîtiya netewî weke pêwîstiyeke nebe nabe dibînin. Hozan Comerd jî diyar dike ku bi sedsan sale şer li ser vê axê dimeşe û wiha pêde çû: “Ji dema Îskerder û Persan ve heya niha xwîn li ser vê axa me dirije. Li Rojhilata Navîn di dema şerê Emewî û Sefewiyan de jî em koçber bûn û belav bûn. Di van sed salên dawiyê de jî em ji komkujiya Koçgiriyê bigirin heya Serhildana Şêx Seîd, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Enfal û komkujiya Helebceyê di her bostek yê vê axê de gelê Kurd hatiye qetilkirin.
Yekîtiyê ava bikin!
Gelê Kurd di aliyê çand huner û berxwedanê de gelek pêşketiye. Vêya di berxwedana li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê tê meşandin de îspat kir. Ji ber vê berxwedana gelê Kurd, konjektûr amadeye ku gelê Kurd bigihije armancên xwe. Divê bi taybet partiyên Kurd yên weke PKK, YNK’ê û PDK’ê her wiha hemû partî û rêxistinê Kurd, yekîtiya xwe ava bikin û di bin sêwana kongreya neteweyî de werin gel hev. Ev jî dê deriyeke nû ji tevahî Rojhilata Navîn re jî veke.”
ŞOREŞ BENEK / ROJNEWS