Çar-Şev çawa ku ji navê wê jî diyar dibe, mirov dikare li ser rastiya di nava xwe de dihewîne gelek şîroveyan bike. Çar dîwar yan jî çar goşeya ku reş û tariye, mala ku şev lê ye û qet nabe roj. Ji vê peyvê mirov dikare bide rê û bizane ka Çar-Şev’ê çawa di serî de jin û paşê jî tevahiya civakê di nava çar dîwarên reş de dîl girtiye û serê rastiya wê girtiye.
Dibêjin Çar-Şev di dema avabûna dewletên wek Sumer û Akadiyan de ji bo jinên ku fahîşe bûn û laşê xwe difrotin dihat bikaranîn. Jinên ku fahîşe bûn, çar-şev li ser wan bûn û jinên din jî serê wan vekirî bûye. Her kesê ku çar şev li xwe bikira, ji bo civakê sembola xirabiyê bûye. Di Tevratê de jî tê gotin ku jinên ku paçên reş li xwe pêçane, jinên fahîşe ne. Lê belê di dema Asûriyan de ev yek tam berovajî dibe. Ango jinên ku laşê xwe difroşin, serê xwe vedikin lê jinên din hemû çar-şevê li xwe dipêçin. Guhertina vê yekê nîşan dide ku ger berê komek ji jinan hatibû xistin û kolekirin, bi rewakirina çar-şevê ji bo jinan, tevahiya civakê ber bi koletiya kûr ve diçe. Çar-Şev wek ku tê zanîn bi Îslamê nehatiye, ji dînê Cihûyan derbasî Îslamî bûye û beriya wê jî xwe dispêre hişmendiya kolekirina civakê. Jin wek xwedawend ku hemû benda wê xuya dike û pîroz e, dikeve perestgehan lê belê wek fahîşe û çar-şev li xwe pêçayî ji perestgehan derdikeve. Bedena jinê wek eyb û şerm tê dîtin û divê were pêçan û nixumandin. Jin gunehkar in û divê xwe di bin Çar-Şev’ê de veşêrin. Di rastiya lixwe kirina çar-şevê de destpêka dîroka koletiyê û ketina jinê heye. Bi avêtin û rakirina vê çar goşeya reş û tarî wê jin dîroka azadiyê binivîse bêguman. Împratoriyên ku cara destpêkê di Mesqetînan de jin di Çar-Şev’ê de pêçan, li ser xaka Mezopotamya ango di navbera du çemên Dîcle û Firatê de mezin bûn. Li heman cihî, li cihê ku mirovan cara destpêkê bi Çar- Şev’ a reş ya bi bedena dayik-xwedawenda pîroz ve hat pêçan, xwe wenda kir, îro li ser heman xakê bi tama azadiyê piştî hezarê salan ditamije. Dîmenên li Minbicê îfadeya vê rastiyê ne. Çar-Şev bi taybet di ola Îslamê de wek parastina namûs û rûmeta jinê tê binavkirin. Jina bê çar-şev, jina bê şerm e, gunehkar e û divê were cezakirin. Hê jî li gelek welatên Erebî û Îranê jin bi darê zorê neçar tên hiştin ku xwe di çargoşeya tarî û reş de bipêçin. Êdî li Rojhilata Navîn ji bo jinan wek ku rengek ji reş zêdetir nîne; balkêş e ku hemû al û sembolên talan, şer û hovîtiyê xwe bi rengê reş îfade dikin. Reş rengê şînê ye li Rojhilata Navîn, jin hê jî şîna têkçûna azadiyê û firotina laşê xwe digirin li ser vê xakê. Jin di Çar-Şev’ê de bi hezarê salan e ku şîna jidestdayîna rûmet, azadî û wateya jiyana xwe dike.
Li Minbicê jin vê Çar-Şevê dişewitînin. Agir berdidin dîroka tarî ya hezarê salan ku ew kole kirine. Şewitandin û avêtina Çar-Şev’ê bûyereke ji rêzê nîne ku mirov hema wisa bi hêsanî di ber re derbas bibe. Li heman cihê ku wateya azadiyê di bin çar şevan de fetisî, îro ruh bi azadiyê hatiye. Azadiyê dîwar û goşeyên şevên reş çirandine û di deşta pîroz a Minbicê de bi xwîna dildarên azadiyê, dîroka tarî berovajî kirin. Jinan ti caran bi qasî îro û li Minbicê, newêrîbûne ewqas bi wêrekî Çar-Şeva xwe ya reş bişewitînin. Gotina Rêber Apo, vê kêliyê tê bîra mirovî: “Ger jin rêya xwe ya azadiyê bibîne, wek çûka ku ji qefesê azad bûye, bêyî ku li pişt xwe mêze bike, wê bifire û heft welatan derbas bike!” Hestên Rojhilata Navîn êdî di nava çar goşeyên reş û tarî de bi cih nabe û ber bi azadiyê ve difirin. Şevên tarî li ser vê xakê namînin êdî...