Şanoya bi navê “Qayde û îstîsna” ya Teatra Jiyana Nû ya di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de, pêr li Navenda Pêşandanê ya Avê cara duyemîn derket pêşberî temaşevanan. Lîstîka ku têkîliyên di navbera serdest û bindestan de bi rêya têkiliyên hemal û bazirgan vedibêje, rastî elaqeyeke mezin hat. Piştî ku şano bi dawî bû, temaşevanan bi deqîqeyan lîstivan bi çepikan pîroz kirin.


DÎHA / STENBOL