Negîn Xebûlvak keça 17 salî yekemîn jin e ku li Efxanistanê dibe şefa orkestrayê. Rejîma Taliban bi salan muzîk û strandin li jinan qedexe kiribûn. Li gel vê yekê jî dîsa Negîn dest ji muzîkê bernedaye.

Li Efxanîstanê seranserî hunermendên wir ji bo fêrbûna mûzikê tên koleja netewî ya muzîkê ya Efxanistanê ku yekane kolêja Efxanêstanê ye. Negîn Xebûlvak jî peywira şefîtiya orkestrayê cara yekemîn hildigire. Negîn diyar dike ku li herêma wan mafê xwendinê ji bo keçan nebûye û di nav malbat de jî nedihiştin ku fêrî muzîkê bibe. Ji bo wê jî neçar dimîne biçe Kabîlê. 


 ‘Dema çûme ser sehnê digiriyam’

Negîn wiha behsa yekemîn tecrûbeya xwe dike: “Îro ji bo cara yekê ez weke şefa orkestrayê çûme ser dikê. Gelekî kêfxweş bûm û dema çûme ser sehnê gîriyam. Ez dixwazim Efxanistan jî wek welatên din be û jin jî bikarin bibin piyanîst û şefê orkestrayê.”

Negîn ji ber feraseta feodal ya wê herêmê di 9 saliya xwe de diçe Kabîlê û bavê wê destûrê dide ku di pansiyona taybet a zarokan de dersê bistîne. Di jiyana xwe de ji bo cara yekê li wir li muzîkê guhdar dike û bernameyên muzîkê li televîzyonan temaşe dike.

Piştî çend salan di koleja muzîkê de navê xwe dinvîse û çar sal di vê navendê de dixwîne. 


 KABÎL