Sabrî Kaya girtiyek e, nexweşiya wî giran e. Tevî vê rewşa wî birin zindanê. Lê cara sisiyan ew ji zindanê vegerandin beşa lezgîn. Sabrî Kaya li nexweşxaneya dewletê ya Osmaniyê bû û tevî ku dermankirina wî bi dawî nebûbû jî birin zindanê, lê rewşa wî giran bû û careke din birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Keça wî Dîlan Kaya da zanîn ku ew rewşa bavê xwe bi E-nabiz dişopînin û got, “Ji ber ku rewşa wî nebaş bû rakirin beşa lezgîn. Bavê min di navbera nexweşxane û zindanê de diçe û tê. Divê demekê berî demekê bavê min bê berdan.” Kaya, ji 25ʼê Adarê ve 3 caran e ku dibin beşê lezgîn. OSMANIYE