Amsterdam yek ji wan bajarên naskirî û tûrîstik ê dinyayê ye. Ew ê êdî cara ewil bi destê jineke ve were birêvebirin.   

Li paytexta Hollanda Amsterdamê lîdera berê ya Partiya Çepgir a Kesk (GL) Femke Helsema, bû şaredara Amsterdamê. Femke çend rojên pêş wê ji hêla Kral Wîllem Alexander ve bi fermî were peywirdarkirin û Femke 6 salan wê li ser kursiyê şaredariyê rûne.

Femke Helsema kî ye?

Femke Helsema 1966’an ji dayik bûye. Siyasetmedara jin ji malbateke demokrat tê û li Zanîngeha Utrechtê perwerdehiya zanistên sosyal xwendiye. Femke 1993’yan ji Partiya Karker tevlî nav siyasetê bû, ji ber helwesta li bara protestoyên Civîna Ewrûpayê ya 1997’an a polîsên Amsterdamê ya ji partiya xwe îstîfa kir. Femke 2002-2010’an lîdertiya partiyê kir, Çile ya 2011’an ragihand ku ew ji siyasetê vediqete.

 

AMSTERDAM