Şêwekariya Holandî beriya van Gogh jî têra xwe xurt bû. Yek ji xurtên vê şêwekariyê jî Frans Hals (1581/85 - 1666) e. Ev jî berhemeke wî ye ku şanogerekî pandomîmê yan jî qeşmerekî şanoyê yê sedsala 17´an nîşan dide. Hunermendî ev kesê hanê yê di destê wî de lût (şêwazekî ûdê yê Ewrûpî) heye muhtemelen di navbera salên 1624 û 1626´an xêz kiriye. Ev jî rasta dema wî ya caravaggîst tê. Ji wî awayî re ku mirov belkî weke realîzma psîkolojîk bi nav bike, carravaggîst tê gotin. Yê ku navê xwe daye vî awayî jî şêwekarê Îtalî yê barokê Carravaggio (1571 - 1610) ye. Yanî resmên wisa nîv realîst in, nîv jî mecazî ne. Ev resmê hanê niha li Muzeya Louvrê be jî kopiyeke wê ya li Rijksmuseum a Amsterdamê demeke dirêj meşhûr bû.

Axir kenê îronîk ê li ser dêm û devê kesê di resmê de û cil û bergên wî yên antîk ên şanoya sedsala 16 û 17´an, kesê lê dinihêre hîna jî di navbera realîzmê û mecazê de dibe û tîne; tevî ku Frans Hals dawiya Tebaxa 1666an miriye.

 

PARÎS