Li bajarê Newportê yê Welatê Galiyan, çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş di roja 113’an de didome. Li paytexta vî welatî Cardiffê doh bi beşdariya bi sedan kesî, meşek hate lidarxistin.
Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îmam Şîş li bajarê Newportê yê Welatê Galiyan, çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Berxwedana Şîş di roja 113’an de didome.
Ji bo piştgiriya berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê, doh li paytext Cardiffê meşek hate lidarxistin. Di meşê de posterên Ocalan û alayên PKK’ê hatin hildan.
Endamê Parlamena welatê Galiyan, Delyth Jewell di meşê de axivî û bang li hikûmeta Keyatiya Yekgirtî kir ku bêdeng nemîne.
Di hefteyên bihurî de jî ji aliyê partiya Plaid Cymru derbarê grevên birçîbûnê de pêşniyazname pêşkêşî Parlemana Welatê Galiyan hatibû kirin. n ANF / CARDIFF