BERÇEM CÛDÎ / JINNEWS/KOBANÊ
Jina bi navê Uweyş Musa bi salan e ku dermanên xwezayî çê dike. Uweyşê der barê dermanên xwezayî de dibêje:”Me ji bo şeliqandina zarokan, ketina navik û êşa çavan dermanên xwezayî çêdikirin. Bi saya dermanên xwezayî zarok ji nexweşiyan rizgar dibûn. Berê dema ku zarokên me nexweş diketin, me berhemên xwezayî bi kar dianîn. Ax, nebat, tenî û hwd. Zarokên me sûd û fêde jê didît û ji nexweşiyên xwe rizgar dibûn.”