Gelo hûn dizanin bê çend keserkêş û medhoş li benda hilatina Şemala Rojê man, heta dilê wan rawestiya? Bi axîn û keserên kûr sojiyan, li benda hatina pîtnasekî, rêberekî man ku rêya azadiyê li ber wan ronî bikira; man heta dawiya jiyana xwe. Nalîn û kederên xwe bi van hevokên helbestî dirêsan û li teşiya dilê xwe bar dikirin. Yekî digot: “Axx, ma gelo dê carekê were sîqala dila/ Newroz û sersala dila/ wextê hilîtin ew Sirac (çira)...” Ê din digot û dizariya: “Dilo mizgîn e min şa be ku Sultanê me dê bêtin / ji min bawer ke peyxamê seher mizgîn bi min pê da / şikir bînagiya min hat / û Ye’qûb dide ewşen bû....” Dilsojanekî din jî digot û dizariya: “Ger hebûya me Padîşahek / layiq bidya Xwedê kulahek/ tayîn bibûwa ji bo wî textek / zahir vedibû ji bo me bextek...” Û bi dehan keserkêş û medhoş ên mîna Pîrê Xanî û Pîrê Cizîrî, axîn û keserên wan di zozanên dilê wan de riziyabûn û li berbendî hilatina Rojê bûn ku rojekê Roj li wan hilê û şemala xwe vede wan dilê wan ên ku di bin ax a sar de cemidîbûn... Ha!!! Ew roj, çarê heyva Nîsanê bû, ya ku piştî du hezar û sêsed û nod û neh salan dayikek wê bi pîtnasekî bi ar bûna, yê ku dê bibûna kehniya şemalê. Lewra, li xaka Mezra Botanê di maweya hev qas salan de pîtnasek ango Rêberek, pêxemberek ji bedena vê xaka pîroz dixuliqî. Erê; vê carê jî dor hatibû gelê Kurd û bindest û belengazên Rojhilata Naverast û bindestên her çar hêlên cîhanê hemûyan. Sal hezar û nehsed û çel û neh, çarê heyva Nîsanê bû, di şeveke zivînî de birûskên qolincan vedabûn bedena Uwêş a Herranî. Bi birûskên qolincan re terk û qelîştonek li qeşema hezarên salan ketin û dilên ku di binê wê qeşema setemê de cemidîbûn hêdî hêdî bi dilê Uwêş a Herranî re hilavêtin û hiljeniyan. Mînanî kevanê destê Mensûr ê Hellac dilşadî û keyf û şahînet dijenandin, wan dilên bê hempa... Erê; ew roj çarê Nîsanê bûbû Bûka salê û Dayê Uwêşê jî bûbû Dayika Şemalê. Dayika ronahiyê, Dayika kehniya zanyariyê... Mizgîn li gelên belengaz û bindest, careke din roj ji betnê wê Dayika dilovan li welatê ku di taristaniyê de mabû, hilatibû. Ew roj, textê serdestan hejiyabû, Îbrahîmî rabûbûn govenda şadûmaniyê; ango Ehrîmen têk çûbûn û Ahura Mazda biserketibû. Lewra, lawê ku Uwêş a Herrranî anîbû dinyayê dê bibûna hêviya dilên belengazan û Şemala xwe vedane her çar hêlên Cîhanê... Wî dê ew dil û bedena xwe ya bê hempa, bikira hêlîna hemû êş û jan û kul û keserên bindest, belengazan hemûyan ên ku ji destê pergala modernîteya Kapîtalîzma Reş dizariyan... Bi van hestan ez vê rojê li giyanê Dayê Uwêşê û Şemala ku bexşî me kirî, ango Serok Apo û hemû çirûskên ku îro ji wê Şemalê vedidin; di serî de li şehîdên doza azadiya Welatê Rojê, tevahiya Şêr û Şepalên ku di çeperên şerê azadiya gelan de li ber xwe didin, gelê Kurd ê Şemalperest-Apohez, hemû gelên bindest û dubare li giyanê hemû pakrawanên tekoşîna azadiya Kurdistanê pîroz dikim...