Hefteya borî min li ser civîna Komxebata Ziman û Çandê ya li Amedê nivîsî bû. Di wê gotarê de min fikrên xwe bi giştî anîbûn ziman. Lê ez niha dixwazim hinekî din hûrûkûr bi meseleyê dakevim û li çareyê bigerim. Bêguman mirov di destpêka hin meseleyan de pêşî divê bifikire û paşê zendan vemale. Berî ku ez vê nivîsê binivîsim Dr. Luqman Guldivê çîrokeke zarokan a vîdeo amade kiribû û şanî min da. Bi îmkanên li cem her kesî hene çêkiribû. Min destxweşiya wî kir. Bi rastî jî xweş çêbibû. Îca min çima behsa vê kir. Ji ber ku çare ev e. Em carna li cihên dûr li derman digerin, lê ew li ber serê me ye. Çare ew e, her kes rahêje kevirekî û li qorê vî dîwarî deyne. Kengî her kes mîna bawermendekî-ê bi vî karî rabû, dilê me jî wê bikeve cî û belkî em hinekî ji metirsiya qirbûnê xilas bibin.
Hinek tişt hene her kes divê ji aliyê xwe ve bike û hinek tişt jî hene civakî ne. Civak ji bo bibe civak xwe bi sazî û dezgeh dike. Ango xwe bi rêxistin dike. Kengî xwe bi rêxistin kir hêza xwe dibîne, pê dihise û ji ber vê jî bêhtir pê ve tê girêdan; man û nemana xwe di vê de dibîne û vê vedîtina xwe pîroz dike.
Civaka Kurd bi sed salan ji derfetên dewletdariyê mehrûm e, lê bi sazî û dezgehên xwe yên civakî ziman, perwerde û çanda xwe diparast û heta ne tenê diparast bandora xwe jî li ser gelên derdora xwe û yên kurdistanî hebû. Mixabin di sedsala dawî de gelê Kurd ji van sazî û dezgehên xwe yên civakî bû û ket qonaxekê hêdî hêdî civak diherife, ji hev belav dibe. Ev bi me re metirsiya manûnemanê çêdike. Ji lewra jî em li çareyekê digerin. Em diponijin û mitaleyan dikin. Ev birîn û tirs e.
Dewletên dagirker dixwazin me qir bikin. Di vê dijminatiya xwe de jî sondxwarî ne. Ji bo me tine bikin jî xwe di her şane û hucreya me de bi rêxistin dikin. Ji ber vê jî civaka me roj bi roj diçilmise û rengzerî dibe. Ji kirasekî derdikeve û dikeve kirasekî din. Bêguman li cîhanê guhertin bi lez bûne, lê guhertinên xelkê dîsa bi nasnameya xwe dikin. Guhertina li cem me dibe, dike ku “em” êdî ne em bin. Lema ez jê re dibêjim manûneman.
Baş e, çare çi ye? Bi ya min çare li pêş çavê me ye. Tenê divê her kes îmanê bi vê bîne. Çawa ku em sedsalan bê dewlet li ser piyan man û me karîbû em bi sazî û dezgehên xwe bimînin; em dîsa dikarin bi heman awayî hebûna xwe geş bikin. Kurdên sunnî medreseyên wan hebûn. Kurdên Elewî ocaxên wan hebûn û jixwe Kurdên Ezdahî bi rêwûresmên xwe civaka xwe perwerde dikirin. Em îro jî dikarin kursên ziman û çandê li her derê çêkin. Beriya her tiştî jî divê em malên xwe bikin ocaxên perwerdeyê. Derfetên nû jî divê mirov bixe xizmeta vê yekê. Înternet di vî warî de deryayek e, û derfetên gelekî baş pêşkêş dike.
Di vî warî de Tevgera Azadiyê dikare pêşengiyê bike. Dikare xebatên ziman û çandê tevî bîrûbaweriyên bîrdozî di navenda xebatên xwe yên rêxistinî de bi cih bike. Mînak dikare li her sazî û dezgeha xwe kursên zimanê Kurdî domdar yanî ne ji bo demekê, bide. Di van kursan de, ne tenê ziman di heman demê de divê dersên dîrok, çand û folklora kurdî jî bêne dayîn. Belkî divê bi van dersan Kurd careke din bi kurdbûna xwe ve entegre bibin. Ne tenê jî ev, divê kar û barên di vî warî de bêne handan û hewce bike, bêne xelatkirin. Herweha divê di warê filmên anîmasyon, kartonfilm, şano, rêzefilm û sînemayê de zemîn were çêkirin. Ev kar hemû û karên din divê bi awayekî hêja û baş bêne çêkirin. Yanî divê weke stûna sereke zimanekî bibe zimanê yekemîn ê wêje, fikir û hunerê derkeve holê. Ji bo vê jî divê her kes tiştekî bike. Kes qîma xwe bi heyî neyne. Yê-a neke xwelî li sera be.