Di dîroka Îranê de bêrêziya li hember netewe û baweriyan bûye rêbaza biçukxistin û desthilatdariya ser wan. Carêkî din di programê tv ên fermiyên rejîm de dest bi bê rêzîkirina beranberî Kurdan kirin. Vê carê jî li ser cilê jinên Kurd bêhedî kirin û zîhniyeta xwe ya li hember milyonan cardin dubare kirin. Di wê bernameya ku ji bo zarokan tê weşan de bêrêziyê li xwekirina cilên Kurdî tê kirin û carinan jî behsa mafan tê kirin. Gelo çima behsa Kurdan, jinên Kurd û çima cilên Kurdî dibin hedef? Dixwazin çi bibêjin? Li hemberî van kirinan ku di rabirdûya Îranê de gelek caran cih girtiye, pêwîst e bawerî û netewe çawa tevbigerin û çi bikin? Di roja me ya îro de netewe û baweriyên Rojhilata Navîn ji desthilatdaran mafê xwe dixwazin û bi vê yekê bûne guhertinên bingehîn li herêmê. Bêguman Kurd jî êdî di vê guhertinê de rola xwe ne wek faktor, wek aktor dilîzin. Dewletên cîhanê bi rola Kurdan a li herêmê baş dizanin û her yek ji wan xwe mecburî hêza Kurdan dibînin.
Her netewe xwedî ziman û çandeke xwe ye. Di dagirkeriyê de ji bo asîmîlasyon û helandina civakekê dagirker pêşî ji ziman û çandê dest bi çewisandinê dikin daku netewe bêzar û belangaz bibe. Lê aniha rejîma mollayan di vî demî de ku Kurd asîmîle nebûne û bûne wek hêzên guhertinê, bi vê kirina xwe ji Kurdan çi dixwaze? Bêguman jinên Kurd ku bûne sembola guherînê li herêmê û ev yek nîşanî hemû cîhanê dane, eşkere kirine ku ti hêz nikare bibe asteng li hember jinan. Di heman demî de ji bo dinyayê tevayî gotin ku ev hişmendiya bingeha xwe ji herêmê digire êdî nikare bibi bendavek ji bo herikîna hêza jinê. Lewma aniha jinên Kurd li dinyayê bûne sembol. Ev yek jî dibe sedem ku dagirker dest bi heqaretkirina li hember neteweya Kurdan jinan bikin.
Di demê borî de heqaret li neteweyên Azerî, Mazenî, Gîlek û li ola Yarsaniyan dihat kirin. Ev jî her ji aliyê desthilatan ve dihat organîzekirin. Niha jî dixwazin dorê bênin ser Kurdan û heman bêrêziyê nîşanî Kurdan bidin û wan biçûk bixin. Vê yekê êdî rojane dikin. Lê qaşo dixwazin bi hemû rengê cihê re bi hev re bijîn!.. Heqaretkirin û sazkirina nakokiyan a di navbera netewe û baweriyan de esas ji bo domandina desthilatdariyê ye. Di demên borî de li Îranê neteyên li dij hev ku hev du qebûl nedikirin hebûn en rewş hîn derbasdar e. Ji ber ku ev mekanîzmayên desthilatdar qet naxwazin û nahêlin li ser erdê dinyayê jiyanek rehet bijîn.
Aniha rêjîma Îranê ber bi hilbijartinekê ve diçe. Gelo bi van kirinên xwe rejîm dixwaze nîşan bide ku hîn jî desthilatdariya wê xurt e û dikare wek bêrê dîsa hukmê xwe li ser gelan bidomîne. Gelo çarenûsa welatên cîran nizanê ango naxwaze vê yekê bibîne. Deng û rengê rejîmê ku di tv’yan de bi awayekî sîstematîk her netewe û baweriyan dike hedef her çiwas rastî hin nerazîbûnan were jî, her ku diçe normalîze dibe. Ev li aliyekî gelo çima kesên Kurd ku di nav parlamenê de li gel rejîmê disekinin çima bêdeng in. Ev êdî nekarê partîtiyê ye. Qey ma hûn ne Kurd in!.. Ma dayîk, xwîşk û hevjinên we ne Kurd in!.. Rejîm bi sîstematîk li hember nirxên neteweyî û baweriyan bêrêzî dike û aniha li dij Kurdan daxwaze wan reva bike, ji bo wê bêrêzî dikê. Her diçê şovenîzma Fars mezin dike lê divê bizanibe Kurd çawa di dîrokê de ji bo azadiya xwe ti bêrêzî qebul nekirine wê dîsa jî bi heman rengî li hember van kirinên bêrêziyê bisekine.