Neyarên Kurdên Rojava ev bûyer baş bikar anîn. Ew kîna reş ya li himberî PYD´ê xistin rojevê. Bi hemû hêza xwe hewl dan YPG û Asayişê reş bikin û keda wan pûç bikin.
Van hêzan, cesaret ji bûyerên Amûdê girtin. Cesaret ji çewtiyên ku li wir çêbûn, girtin. Wan derfet dît ku Kurdên Rojava li ber tevahiya cîhanê pîs bikin. Desteya Bilind têk bibin û xwe mîna nûnerên vî beşê Kurdistanê nîşan bidin.
Koma Abdulbasît Seyda ya di Meclisa Stenbolê de ev bûyer bikar anî û careke din kete nav hewldanan. PYD´ê weke "dîktator“ bi nav kir û "ji bo ambolans şandin heremê ji bo rakkirina birîndarên Amûdê bo nexweşxaneyan” sipasî li dewleta Tirk kir. Her weha pêwendî bi aliyên navnetewî re danîn, da ku xwe weke alternatîfa Desteya Bilind a Kurd nîşan bide û ji wan bixwaze ku vê desteyê bidin aliyekî û di kongreya Genewerê de koma Abdulbasît Seyda mîna “nûnera Kurdan û muxatebê wan” qebûl bikin. Her weha ji DYA´yê xwestin ku li dijî PYD´ê daxuyaniyekê bide.
Wekî din, li Ewropa jî koma bi navê "Şepêla pêşerojê“ ji bo durstkirina nakokiyan kete nav tevgerê. Dikarîbû civîna ku Serokê PYD´ê Salih Muslim ya divyabû li Zanîngeha Dresden a Elmanyayê pêk bîne, betal bike. Vê komê giliyê PYD´ê li cem saziyên Elman kir û ew weke “partiyeke ku şidetê bikartîne” bi nav kir.
Mixabin rêxistina PYD ya Ewropayê nikarîbû li dijî van hewldanan karê xwe baş bike. Nikarîbû helwesta partiyê ji dezgehên van welatan re eşkere bike. Ev jî yek ji sedemên ku cesaretê didin van komên marjînal û kirêkirî ku zêdetir bi ser PYD û statûya Kurdên Rojava ve werin.
Divê bê gotin ku komikên Kurd yên li cem muxalefeta nijadperest kar dikin û xizmeta siyaseta wê dikin, li gel çend kesên “rewşenbîr” yên bi dijayetiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û PYD´ê têne nasîn, niha karê xwe berfireh kirine û bi awayekî rêxistinî û rêk û pêk dixebitin. Bûne weke tevnek hevgirtî û her roj li dijî PYD´ê bi erebî gotar û raporan dinivîsin. Di televîzyonên muxalefeta nijadperest de kampanyaya reşkirinê dimeşînin.
Beriya demekê hewl dan bi alîkariya muxalefeta nijadperest û bi taybetî rêxsitina Birayên Misilman, PYD bikin hedef û li tevahiya Sûriyeyê navê hin xwepêşandanan bikin Ina “Na ji bo terora PYD"!
Jixwe alavên ragihandinê yên PDK´ê jî bûn beşek ji vê kampanyaya berovajîkirina rastiyan û PYD wek hedef nîşan dan. Hemû cûreyên derew û bêbextî belav kirin. Hewl dan xelkê Amûdê li dijî Asayişê sor bikin.
Ji bo pûçkirina vê kampanya dawî û aramkirina rewşa li Amûdê, divê yekser lihevhatinek giştî pêk were. Divê hemû girtî serbest werin berdan. Divê bûyer were lêkolînkirin û kesên/aliyên li piş van bûyeran disekinin, hemû werin eşkere û deşîfrekirin.
Li dijî PYD´ê konsepteke navnetewî heye. Dewleta Tirk serkêşiya vê konseptê dike. Hin komikên Kurd jî di nav de cîh digirin. Divê PYD hayedar be. Divê hevkariya bi partiyên din re were xurtkirin. Desteya Bilind a Kurd cihê xwe zêdetir bigre û cidî were girtin. Kesên şaşiyan dikin û li gorî berjewendiyên kesayetî tevdigerin divê werin cezakirin.
Hemû awir li ser zivirîne ser PYD´ê. Ew partiya herî mezin û fedekar e, loma divê berjewendiyên birayên xwe û tevahiya gel berî berjwendiyên xwe yên partîtiyê bigire dest...
Careke din bûyerên Amûdê
Li Rojavayê Kurdistanê hîna bûyera Amûdê deng vedide. Hêzên Asayişê vê dema dawî bi dehan girtî serbest berdan. Ev yek gavek baş bû. Divê komîteyek lêkolînkirina bûyerê ji aliyê Desteya Bilin a Kurd ve di zûtirîn dem de were avakirin û kesên ji vê bûyera bixwîn berpirsyarin werin dadgehkirin. Her weha divê lihevhatinek giştî li vî bajarî pêk were. Divê rêxistinên partiyan û tevahiya xelkê Amûdê li hev werin.